Çalakiya Strasboûrgê di roja 142'an de didome

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 14 aktivîsên Kurd ku ji 17'ê Kanûna 2018'an ve li Strasboûrgê ya Fransayê dikin, di roja 142'an de didome.

Berxwedêrên Strasboûrgê piştî hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re daxuyaniyek dan, gotin ew hevdîtinê girîng dibînin lê hevdîtin hê jî bi şertên tecrîdê dibe û daxwazên wan nehatine bicihanîn.

Çalakgeran gotin heta ku daxwazên wan neyên bicihanîn  bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin û gotin, ''Heta ku tecrîd neyê şikanddin û ev siyaseta derî exlaq neyê bidawîkirin, ji zindanan heta bi derveyî welat wê ev berxwedan bidome.''

Her wiha Kurdên li Ewopa û dostên Kurdan serdana greva birçîbûnê dikin û bang dikin ku daxwazên çalakgeran werin bicihanîn.