Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’yê kete meha xwe ya 7’an

Çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîd û dagirkeriyê ya li ber derê avahiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê, kete meha xwe ya 7’an.

Çalakiya rûniştinê ya ji 25’ê Çileya îsal a her roja Çarşemê ji aliyê Kurdistaniyan ve li pêşiya Ofîsa NY’yê tê lidarxistin, hê jî dewam dike. Çalakî di çarçoveya pêngava ‘Li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkirin; her der Avaşîn, Zap û Metîna ye! dem dema azadiyê ye’ hatibû destpêkirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê gerîlayên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne destpê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre Îmaîl Kardeş bal kişand ser têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê li dijî êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk tê dayîn û got: “Divê xwedî li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derkevin û her derê bikin çeperên berxwedanê.”

Kardeş wiha domand: “Em ê xeta berxwedanê ya Rêbertiya xwe esas bigirin, heta Rêbertî û gelê xwe azad nekin, em ê xwedî li berxwedan gerîla derkevin.”

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer jî bang li Kurdistaniyan kir û got: “Ji 25’ê Çileyê û vir ve Kurdistanî, ji bo dawî li tecrîda giran a 22 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin, bi daxwaza azadiya Ocalan li pêşiya NY’yê çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne. Çawa ku li çar parçeyên Kurdistanê gerîla bi awaeykî topyekun li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide û dibin bersiv, divê em jî di serî de jin û ciwan bi berxwedanê bibin bersin. Jinên Kurd û ciwan bi berxwedana topyekûn a li diî dagirkeriyê wê bikarin Rêbertî û Kurdistanê azad bike.”

Piştî axaftinan û şûnde dirûşmên xwedî derketina li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatin qîrkirin û çalakî bi dawî bû.