Çalakiya nobedê ya Berlîn: Em xwedî li girtiyan derdikevin

Çalakiya nobedê ya li Berlînê ji bo xwedî li berxwedêrên zindana derkevin û dawî li tecrîda li Îmralî bînin hatibû destpêkirin di roja 10’an de ye. Di çalakiyê de li dijî desthilata AKP-MHP’ê peyamên berxwedanê hatin dayîn.

Nobeda li Berlînê ya li Qada Alexanderplatzê di roja 10’an de bi mîtîngekê bi dawî bû.Nobed bi armanca piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîbûna pêkanînên der mirovî yên li girtîgehan hatibû destpêkirin.

Çalakiya nobedê ya bi tevlîbûna TEKO-JIN, TCŞ, TJK-E, SKB, ATÎK, Dest-Dan, Meclîsên Jinan, Meclîsên Kurdistaniyên Azad ên Berlîn, Komeleya Rojava ya Berlîn, endamên Meclîsa Jinên Êzidî û rêveber li gel derdorên hunermend, siyasetmedar û akademîsyen piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û xwendina sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ destpê kir.

Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer li vir li ser grevên biçîbûnê axivî û got: “Em xwedî li çalakiya girtiyan derdikevin. Ji bo dîktator Erdogan tehşîr bikin me li vir çalakî kir. Em ê li gelek deverên Elmanya çalakî bikin.”

Li ser navê YJK-E’yê daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Jin, pêkanînên rejîma AKP’ê ya dijminê xweza û mirvahiyê, dîsa pêkanînên li zindanan û tecrîda li ser Ocalan qebûl nake.

Îsmaîl Parmaksiz jî got: “Têkoşîna azadiyê ya bi çend kesan destpê kir îro gihiştiye milyonan. Em ji têkoşîna xwe venagerin. Piştgirî didin berxwedana zindanan.”

Berdevkê Konseya Gel a Tamîl Eelam jî diyar kir ku piştevaniya girtiyên di grevê de ne kir û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê fîlozofeke tavilê bê rakirin.

Seroka Koma Dîe Lînke ya Parlementoya Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî got: “Ocalan fîlozofê herî mezin ê serdemê ye. Sedemê tecrîdê ramanê wî yên li Rojava ketine meryetê ne. Destekkirina Elmanya ya dîktator Erdogan nayê qebûlkirin.

Nûnera SKB’ê Sher Yeter jî destnîşan kir ku divê li dijî zext, êşkence û tecrîda li ser şoreşger û girtiyên siyasî têkoşîn bê xurtkirin.

Nûnerê Women Defend Rojava jî daxuyaniyek da diyar kir ku divê li dijî dagirkirina Rojava ya AKP’ê û Erdogan her kes têkoşînek hevpar bike.

Hevseroka FED-KURD Mehtap Erol jî axivî û got: “Hikûmeta Elman ji bo pêkanînên der hiqûqî yên desthilata AKP’ê nabêje teror. Divê li dijî Erdogan ê bi binpêkirinên mafê mirovan bi nav û deng e têkoşîn bê kirin.”

Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgît jî diyar kir ku divê li dijî qirkirina li Şengal, dagirkirina li Rojava û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî bê rakirin û got: “Divê yê bêje ez demokrat û mirov im divê xwedî li vê berxwedanê derkevin.”