Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li pêşiya NY didome

Çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê çalakiya xwe ya rûniştandinê didomînin.

Ji 15’ê Çileyê û vir ve gelê Kurd her roja Çarşemê çalakiyê didomînin û li dora konê berxwedanê ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî kom dibin.

Di çalakiyê de Hevserokê CDK’ê Salîh Galam diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin û got “Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî sûcên mirovayetiyê yên li dijî Kurdistanê, em ê paradîgmaya Rêbertiya xwe û berxwedana gerîlayan ji xwe re bikin esas û em ê li qadan bin.”

Siyasetmedar Nejdet Atalay jî di çalakiyê axivî û got “Gelê Kurd xwedî li pêngava ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, dem dema azadiyê ye’ derdikeve û li hemberî bêdengiya saziyên navneteweyî nerazîbûna xwe tîne ziman. Heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd pêk were û êrişên qetlîamê yên li ser Kurdistanê bi dawî bibe, em ê li qadan bin.”

Piştî axaftinan gelê Kurd çalakiya rûniştinê domandin.