Çalakgerên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' jinên Kurd e

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê ve tê meşandin.

Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir di hefteya 484'an de ye. Çalakiya ku li qadeke navbera saziyên Ewropayê tê lidarxistin, her hefte ji aliyê komek ji Kurdên li Ewropayê ve tê meşandin. Nobedarên vê hefteyê jî endamên Tevgear Jinên Kurd a Swîsreyê ne. Di nava komê de Songul Hurgeç, Saadet Kûral û Dîlan Zaza hene.

Saadet Kûral bi navê komê axivî û anî ziman ku heta Ocalan azad bibe wê jinên Kurd têbikoşin û şert û merc çi dibe bila bibe divê xwedî li vê nobedê derkevin.

Kûral diyar kir, Ewropa ku bi parêzvaniya mafên mirovan û demokrasiyê pesnê xwe dide, tecrîd û êşkenceya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin ji nedîtî ve tê û destnîşan kir, ku Ewropa dibe şirîkê sûcên dewleta Tirk ku di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd dike.

Saadet Kûral destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwe dispêre feraseta azadiyê û paradîgmaya Abdullah OCalan û got, "Heta ku Rêberê me azad nebe em ê jî azad nebin."

Kûral bang li her Kurdekî kir ku di serî de Nobeda Azadiyê bi rengekî xurt tevlî çalakiyên li Ewropayê bibin û got, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hewldanên komkujiyên li dijî Kurdan, tenê bi têkoşîneke hevpar dikarin bi ser bikevin.