BI DÎMEN

'Çalakgerên li Heîlbronnê pêşengiyê ji pêngava li Elmanyayê dikin'

Hevserokê KON-MED'ê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir ku ji 1'ê Sibatê ve bi dorvegerî dewam dike û got, "Dikarim bibêjim ku çalakgerên greva birçîbûnê ya li Heîlbronnê pêşengiyê ji pêngava li Elmanyayê dikin."

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ji bo işaret bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna bê kirin û piştgirî ji çalakiyên Nobeda Edaletê yên li Tirkiye û Kurdistanê re bê dayin, di 1'ê Sibatê de greva birçîbûnê destpê kir ku wê heta 15'ê Sibatê dewam bike.

Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Heîlbronnê (NCDK) destpê kir, sê rojan carekê bi dorvegerî dewam dike. Her roj gelek kes serdana çalakgeran dikin.

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok jî serdana çalakiya greva birçîbûnê kir.

Kerem Gok bal kişand ser bandora çalakiya greva birçîbûnê ya li Heîlbronnê ya li ser civaka Kurd a li Elmanyayê û got, "Ji bo pêşvebirina pêngavê, dikarim bibêjim ku greva birçîbûnê ya li Heîlbronnê pêşengiyê dike. Bi destpêkirina vê çalakiyê re li Elmanyayê liv û tevger hîn zêde bû. Dikarim bibêjim ku êdî Elmanya pêşengiyê ji pêngava li Ewropayê re dike. Li Mannheîmê, li Kîelê meş hatin destpêkirin. Her wiha li Elmanyayê gelek meş û civîn têne lidarxistin. Li hin bajaran sê caran civîn hatin kirin. Her wiha hin tişt hene ku nimûne ne, sembol in. Ji ber vê yekê dixwazim ji çalakgerên vê çalakiyê re bibêjim ku rol û mîsyoneke bi vî rengî bi cih tînin."