Çalakgerên greva birçîbûnê wê li Strasboûrgê bin

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsreyê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 10’an de didome. Çalakger wê roja Duşemê tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li Swîsreyê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Greva birçîbûnê 10 roj in didome.

Çalakgerên ku li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Bernê çalakiya greva birçîbûnê didomandin ew ê roja Duşemê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bibin û ew ê çalakiya xwe ya li Swîsreyê bi dawî bikin.

Çalakger 10 roj in greva birçîbûnê didomînin û diyar kirin ku polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd nayê qebûlkirin.

Çalakgeran bal kişandin ser tecrîda li Ocalan û ji welatên Ewrûpayê xwestin ku bila bêdeng nemînin.