4’ê Nîsanê li Stavrapolê hate pîrozkirin

4’ê Nîsan Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Novoaleksandrovkiyê hate pîrozkirin.

Kurdên li Novoaleksandrovkî ya bajarê Stavrapol a Federasyona Rûsyayê dijîn bi çalakiyekê 4’ê Nîsan 70’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Çalakî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovskî li Navenda Çanda Novoaleksandrovskî hate lidarxistin.

Beriya çalakiyê Hevserokên Otonomiyê Huseyîn Ahmedov û Nazê Bazûyeva axivîn, bal kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza rakirina tecrîdê kirin.

Piştre zarok derketin ser dikê û helbestên têkildarî Ocalan xwendin. Piştre hunermendên xwecihi derketin ser dikê, li ber stranan govend hate girtin.