Yekîneyên OSO anîn Nisêbînê!

Hate diyarkirin, piştî gefên Erdogan komên çete yên OSO li baregeha leşkerî ya Nisêbînê hatine bicihkirin.

Hat gotin, hin çeteyên OSO'yê yên ku ew û Artêşa  Tirk bi hev re tev digerin û ji Îdlibê hatine derxistin, li Nisêbînê li baregeheke leşkerî ku berê wek kampa penaberan dihat bikaranîn hatine bicihkirin. 

Piştî Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan got, "Me operasyon dan destpêkirin. Di demeke nêz de em ê bi awayekî berfireh operasyonan li dar bixin", li hemberî hin deverên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê êrîş dest pê kirin. Yek ji van nuqteyan Nisêbîna Mêrdînê ye ku bi bajarê Qamişlo ve ye. Li qûleyên çavdêriyê yên li ser sînor liv û tevger dest pê kirin. Li sînorê ku çend sal berê bi dîwarên betonî hatibû girtin ev demeke liv û tevgera wesayîtên zirxî zêde bûye. 
 
ÎDIA: OSO'YÎ TÊN BICIHKIRIN 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê,  hin komên girêdayî OSO yên ku ew û Tirkiye bi hevdu re tev digerin li baregeha leşkerî ya li gund Dalê ye hatine bicihkirin. Hat diyarkirin ku li vê baregeha leşkerî ya ku nêzî sînor re otobês pir diçin û tên. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku bi otobêsên camên wan reş in komên OSO'yî ji Îdlîb û Şehbayê tînin baregehê û li baregehê tên perwerdekirin. 
 
KAMPA PENABERAN DEWRÎ LEŞKERAN HATE KIRIN 
 
Cihê ku tê îdiakirin komên girêdayî OSO'yê lê tên bicihkirin, di sala 2014'an de ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ve wekî tesîsa qonaxvegirtinê  hat avakirin. Kamp ji bo qonaxvegirtina 5 hezar kesî hat dîzaynkirin û pêşî hezar û 800 kes lê hatin bicihkirin. Pêşî penaberên Sûriyeyî li vê kampê hatin bicihkirin û paşê di dawiya heman salê de hat valakirin. Penaberên li kampê hatin bicihkirin li kampa penaberan a Wêranşara Rihayê hatin bicihkirin. 
 
Paşê êzidiyên ji ber êrîşa DAIŞ'ê ya li Şengalê mecbûr man koç bikin hatin bicihkirin. Piştî demekê êzidiyên li kampê jî şandin kampa li Midyadê. Kampa ku hatibû diyarkirin wê bê girtin, niha jî veguherandina baregeheke leşkerî. 
 
Tê diyarkirin ku kamp wekî navenda perwerdehiyê ya leşkerî tê bikaranîn.