Xeyalên zarokatiya xwe zindî dike

Li Wanê welatiyê bi navê Selamî Şan bi hezkirineke mezin xebatên çêkirina kamyonan didomîne û xeyalên xwe yên zarokatiyê bi çêkirina kamyon, otobus û wesayîtên cuda zindî dike.

Li Kurdistanê mirov li ser xaka xwe di nava şert û mercên herî zehmet de dijîn. Li aliyekî polîtîkayên şer, li aliyê din krîza aboriyê û bêkariya ku bi demê re zêdetir dibe. Li herêma Serhedê jî ji ber krîza aboriyê gel xizaniyê dikêşe û têdikoşin. Li Wanê welatiyê bi navê Selamî Şan (35) bi hezkirineke mezin karê destan dike û bi hunera destan xeyalên zarokatiya xwe zindî dike.
 
‘XEYALÊN MIN BÛ’
 
Welatiyê bi navê Selamî Şan ji zarokatiya xwe de xwestiye karê bav û kalen xwe bike û bibe ajokarê qamyonan.  Şan da zanîn ku ji ber hezkirina wî ya ajokariya qamyonan wî ji beriya 4 salan dest bi çêkirina qamyonên maket kiriye û wiha axivî: “Cara yekemîn bi hezkirineke mezin min dest  bi vî karî kir. Çêkirina qamyonan di zarokatiya min de xeyalê min bû û li ser vê yekê min biryar girtiye karê hunera destan bikim. Ji ber sir û seqema Wanê di meha zivistanê de qamyon û otobûsan çêdikim. Di meha havînê de jî ez ajokariya qamyonan dikim û bar dibim bajarên cuda.”
 
‘4 SAL E EZ VÎ KARÎ DIKIM’
 
Şan anî ziman ku wî di zarokatiya xwe de, xwestiye qamyonan çêke û bibe ajokarê qamyonê. Şan wiha qala hunera xwe kir: “Li Wanê tenê du meh werza havînê heye û wekî din 10 meh zivistan e. Di van du mehan de, ji ber ku ti kar nîn e ez li malê dema xwe bi çêkirina qamyon, otobûs û wesayîtên din derbas dikim. Jixwe ez jî ajokarê qamyonê me û bavê min jî ev kar dikir. Ji beriya 4 salan ez gelek li ser çêkirina qamyonan fikirim û min xwest xeyalên xwe yên zarokatî bi cîh bînim. Ez fikirîm, min got ez ê bikaribim dest bi çêkirina qamyonên maket bikim. Ji ber vê yekê jî min dest bi çêkirina qamyonê maket kir û piştre jî min dest bi çêkirina maketên otobûs û wesayîtên din kirin. Ez xwe bi xwe fêrî vê hunerê bûm û dixwazim hin jî pêş bixim. Ev yek jî dibe sedem ku ez lezê bidim xeyalên xwe.”

‘KRÎZA ABORIYÊ LI KARÊ AJOKARAN JI XIST’

Şan diyar kir ji ber krîza aboriyê êdî ew nikare karê ajokariyê jî bike û wiha got: “Li Wanê ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê em gelek zehmetiyan dikêşin. Ez karê ajokariyê dikim û bar dibim bajarên Tirkiyeyê. Lê ji ber Rewşa Awarte û krîza aboriyê ti karê baran jî nemaye. Ez jî niha weke meha zivistanê li malê rûdinim û xeyalên zarokatiya xwe zindî dikim.”