'Stand Up çandek kevnar a Kurd e'

Endamê Şanoya Bajêr a Amedê Şanoger Ozcan Ataş diyar kir ku Stand Up parçeyek ji çanda kevnar a Kurd e û got, berê Kurdan çîrok û şahiyên xwe bi rêya Stand Upê danîn ziman. 

Endamê Şanoya Bajêr a Amedê Şanoger Ozcan Ataş bi pêşandana xwe ya yek kesî ku bi navê 'Dawiya Dawiyê' çand, şêweya jiyana Kurdan û çîrokên jiyana rojane radixe pêş çavan, bala temaşekeran jî dikişîne li ser xwe. Her çiqas em Stand Up çandekî biyanî bibinîn jî, lê belê dema em çanda kevnar a Kurd lêkolîn bikin û vegerin çîrok û destên Kurdan em ê bibinin Stand Up jî parçeyek kevnar a çanda Kurdan e. Pêşandana şanoya yek kesî ango Stand Up karekî zehmet e û  kedek mezin ji bo wê divê. Li ser girîngî û xebata Stand Up a Kurdî em bi Şanoger Ozcan Ataş re axivîn û wî jî bi hemû dilnizmiya xwe bersiv da pirsên ANF’ê.

'ÇÎROKÊN CIVAKÎ'

Ataş diyar kir, demek dirêj e di nava şanoyê de dixebite û got: "Beriya fikrê Stand Up a Kurdî bikeve serê min, ez lîstikvanê koma şanoyê bûm. Beriya niha min hêza ku ez bikarim Stand Up a Kurdî bikim min dixwe de nedidît. Min hêz ji derhênerê lîstika xwe ya 'Dawiya Dawiyê' birêz Kemal Gokhan Gurses girt. Beriya demekê Gurses hat û li ser Stand Upê bi xwendekarên me yên şanoyê re xebitî. Piştre berhemek Stand Upê nîşanî me da û her kesê qala çîrokên xwe kir. Piştî ku min li wê xebatê temaşe kir, ez fikirîm û min got, ez jî dikarim vî karî bikim. Min ji bo karê Stand Upê ji Kemal Gokhan Gurses alîkarî xwest û wî jî bi hemû dilnizmiya xwe alîkarî da min. Dema ku me dest bi xabatên xwe kir, hîna em li şaredariyê bûn û qeyûm nehatibû tayînkirin. Heta çend rojan em li ser çîrokan xebitîn û bi qasî 40 çîrok me berhev kir. Çîrokên mijara wan xurt û civakî me hilbijartin. Di nava hefteyekê de me xebata xwe amade kir, ji ber ku çîrok tev girêdayî jiyana min bû pir wextê me negirt û me dest bi vê xebatê kir. Cara yekemîn li Amedê em derketin pêşberî temaşekeran û me eleqeyeke mezin dît."

'CIVATÊN GUND ÊN BERÊ STAND UP BÛN'

Ataş li ser girîngiya Stand Upa Kurdî rawestiya û wiha pê de çû: "Eger mirov dîroka kevnar a çanda Kurd lêkolîn bike mirovê bibîne ku bingeha Stand Upê di çanda Kurdî de heye. Dema ez zarok bûm, li gund civat çêdibûn. Gundî êvarê li hev kom dibûn, henek û çîrokên xwe vedigotin. Dema kesek çîrok û henekên wî yên xweş hebûna wî serê eywanê digirt û dest bi henek û çîrokan dikir. Dema ku em li vê çanda xwe dinêrin tê dîtin ku Stand Up jî di çanda Kurdî de heye. Lê belê wê demê mirovan nedikarî bi nav bike. Çîrok û henekên wê demê dihatin gotin, tev Stand Up bûn. Ji xwe di çanda me ya dengbêjiyê de jî tiştek wiha heye. Dema em li dengbêjan guhdarî dikin, qala çîrok û destanan dike. Li gorî nêrîna min Stand Up ji çanda Kurdan ne dûr e."

'KESÊN STAND UPÊ DIKIN KÊM IN'

Ataş da zanîn, ku kesên karê Stand Upa Kurdî dikin gelek kêm e û wiha axaftina xwe domand: "Beriya niha kesek yan jî du kesan ev kar kiriye û ev çand nehatiye ava kirin. Gelek kêmahiyên Stand Upa Kurdî hene, ji ber ku kesên vî karî dikin jî gelek kêm in. Tenê li gor ez dizanim kesek li Siwîsrê karê Stand Upa Kurdî dike heye, ew jî pir nayê zanîn. Çend kesan jî car caran hinek tiştên biçûk kirine û piştre dest jê berdan e. Niha min dest bi vî karî kiriye gelek kes dibêjin, te destpêkiriye bila ev kar pêş de biçe. Ev lîstika me ya yekemîn bû, ez ê hewl bidim vê xebatê pêş bixim. Stand Up testek wê yê amade tine ye her tişt li gorî çîrokên rojan e diçe."

'PARÇEYEK JI CIVAKÊ YE'

Ataş girîngiyaa Stand Upê di çanda Kurd de jî nirxand û ev tişt got: "Stand Up li gorî ruhê çanda Kurd e. Karekî civakî yê pîroz e. Ji ber ku herî zêde çîrokên civakê di nav de ye, coş û kelecanê dide civakê. Li gorî min di vê serdemê de karekî gelek pîroz e. Dema ku li ser dikê ez wê rûkeniyê di çavên temaşekeran de dibibînim gelek şad dibim. Mijarên me polîtik in û hemû jî di serê me de derbas bûne. Dema ku ez derdikevim ser dikê hestek kûr min digre. Beriya niha ez bi koma me ya şanoyê re derdiketim ser dikê û niha jî bi tenê derdikevim ser dikê û gel şa dikim. Ev hest jî ji dil ve min kêfxweş dike."

OZCAN ATAŞ KÎ YE?

Şanoger Ozcan Ataş di sala 1980’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatiye dinê û bi giranî li gund maye. Ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirkiyê gundê wan hatiye valekirin û li Amedê bi cih bûye. Ataş ji sala 2003'an û vir ve cihê xwe di nava koma şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtiye. Her wiha piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû yekem karê qeyûm girtin şanoyê bû. Piştî mala wan a hunerê ji aliyê qeyûm ve hate girtin weke altarnatîf Şanoya Bajêr a Amedê hate avakirin û niha jî Ataş endamê Koma Şanoya Bajêr a Amedê ye.