Rejîma AKP'ê sewalkariya li Kurdistanê diqedîne

Ji ber qedexeya li ser çêrgeh û zozanan, kirîn goşt ji derve û ambargoya aboriyê ya li bajarên Kurdan, sewalkariya li Kurdistanê diqede.

Polîtîkayên hikumeta AKP'ê yên li ser çandinî û sewalkariyê, qedexeya zozanan û ragihandina 'herêmên ewlekariyê' derbeke giran li sewalkariyê xistiye.

Li Amedê kîloyeke goşt bi 50-60 TL tê firotin. Li bajêr ku bêkarî û xizanî zêde ye, welatî nikarin goşt bixwin. Qesabên ku karê wan bi giranî biharê ye, ji ber ku heywan bi destê wan nakeve yek bi yek dikanên xwe digirin. Ji ber qedexeya li ser çêrgeh û zozanan, kirîn goşt ji derve û ambargoya aboriyê ya li bajarên Kurdan, sewalkarî diqede.

SEWALKARÎ JI BER QEDEXEKIRINA ZOZANAN DIQEDE

Qesabekî li Amedê Hasan Dalmiş diyar kir ku ji ber operasyonên li Kurdistanê, qedexeya li ser zozan û çêrgehan, heywan bi destê wan nakevin. Dalmiş ku ji 18 saliya xwe ve vî karî dike got, "Buhayê goşt hindik maye bibe 60-70 TL. Buhayê goştê bi hestî jî bûye 50 TL. Buhayê karikekî 30 kîlo bûye 700 lîre. Ev yek gelekî bandorê li me dike. Kiriye ku sewalkarî li herêmê biqede. Goşt bi destê me nakeve ku em bixin vîtrînê. Ne ji qedexeyan bûya wê kîloyê goşt niha 20-25 lîre bûya. Em nikarin kirêya xwe jî bidin."

ÊDÎ HEYWAN NAYÊN BAJÊR

Qesab Seyîthan Bekîz ê ji Licê koçî navenda Amedê kiriye got, "Berî ku gundên me bên valakirin li her gundî bi hezaran heywan dihatin xwedîkirin. Lê belê piştî ku gund hatin valakirin, her cih hate qedexekirin. Welê li me kirin ku em nikaribin biçin gundên xwe. Êdî heywan nayên Amedê. Berê bi kerî heywan ji Bedlîs, Sêrt û Şirnexê dianîn bazara heywanan. Ji ber qedexeyan êdî heywan bi destê me nakevin. Em weke qesab û firoşkarên heywanan di nava rewşeke zehmet de ne."

KRÎZA ABORIYÊ Û QEDEXE

Cengîz Aslan ku 20 sal in qesab e anî ziman ku rewş ti carî wiha nebaş nebûbû û got, "Êdî ne heywan bi destê me ve dikevin, ne jî welatî dikarin goşt bikirin. Krîza aboriyê û qedexeya li herêmê sewalkariya li herêmê qedand. Eger rewş bi vî rengî bidome em ê nema karibin karê xwe bikin. Ev 40 sal in li cih û warê me Rewşa Awarte û qedexe hene. Gel û esnaf di nava zor û zehmetiyan de ne."