Qeyûm dijminê hunera bi hezaran sala ye

Zîvkeriya savatê ku xwedî rabirduyeke bi hezaran salan e, Şaredariya Mezin a Wanê ya DBP’ê lê xwedî derdiket. Piştî ku şaredarî hate desteserkirin ji dijminatiya li Kurdan a qeyûm atolyaya savatê jî para xwe stand.

Qeyûmê Şaredariya Mezin a Wanê tekane atolyaya zîvkeriyê ya savatê girt, hostayê atolyayê Sadullah Ozman li gel her tiştî jî ji bo ku vê hunerê bide jiyîn têdikoşe.

Li Wanê demekê 120 atolyayên vê pîşeyê hebûn û îro li ber nemanê ye. Zîvkeriya savatê ku motîvên Ermen û Kurdan têne bikaranîn nirxê ku heq dike nabîne.

TENÊ XWEMALÎ HERÊMA KURDAN E

Savat di zîvkeriyê de hunera xemlê ye. Hostayê savatê teşeyê ku pêşnûmeya wê dikin, li ser zîv bi qelemzirîçê yan jî qelema westirî xêz dikin. Li ser pêşnûmeyê  hosta bi qelema serikê wê pola yê ziravik bi pûtepedanekê cihokên tenik vedike.

Giraniyek zîv, sifir, ber û hinek kukurt di germahiya 400 pîleyî de têne tevlîhevkirin û savat tê bidestxistin. Lê tê gotin her hostayê savatê xwedî giraniyeke xwe ya taybet e. Piştre savat tê cemidadin. Gumlata heta ku bi qasî xwelî tê hûrkirin û tê sindan û piştre tê kutan. Savata ku hatî bidestxistin di du rengan li ser cihokên ziravik ê kereseyê zîv tê danîn. An weke ku mirov xwê di xwarinê werbike mirov lê dike yan jî bi boraksê  tê şilkirin, heta ku bibe weke heriyê, piştre bi cihên vala ve savat tê seyandin. Karê ku piştre tê kirin ew e ku li ser agirê pereng tê hiştin. Savat bi têhna êgir dîsa dihele û baş di valahiyan digere. Piştî vê qonaxê li bendê têm ayin ku savat sar bibe, tê sîqalkirin û êdî ji bo bikaranînê hazir dibe. Savata baş her ku diçe zêdetir diberiqe.

BERIYA QIRKIRINA ERMENIYAN

Koka Savatê heta bi Urartûyan diçe. Ya herî baş e mirov li ser zîvê 950 eyal savatê bike. Di dema Osmanî de rayeya ku mirov tuxrayê li zîv bixe li gel Stenbolê bi neqşên Wilayeta Wanê hatibû standin. Beriya 1915’an Qirkirina Ermeniyan li Wanê 120 atolyayê savatê hebûn, piştî 1915’an ev atolye yek bi yek hatin girtin. Tê gotin beriya 1915’an li Wanê li her atolyeyê bi kêmanî 5 kes dixebitîn. Di wan salan de li Wanê, niviştên bi savatê, hemayil, gerdenîk, porgirêdan, bazin, gustîli kember xişrên sereke bûn. Her wiha wan salan  kereseyên bi zîvê savatê yên li xan û qesran û qotiyên titinê li Wanê dihatin hilberandin.

WAN BAJARÊ MERQA YÊ VÊ HUNERÊ BÛ

Ji ber sedema ku zîvkeriya bi savatê pir baş lê dihate kirin kereseyên bi mohra ‘Wan’ê û bihayên xişran li gorî herêmên dî sê caran zêdetir bûn. Li gorî hin gotinan qelfeyên zîvkerên Stenbolê, di dema Osmanî de, ji bo ku bibûna hosta diviya ji azmûna hostayên zîvkerên Wanê bi ser biketana û bi vî rengî hostatiya wan dihate qebûlkirin.

Savat pîşeyeke bi ked û xwêdan û sebrê ye û her wiha pevgihîna vê ya bi estetîkê re, gihaştina wê ya bi êgir e.

OZMEN JI NÛ VE DERXISTE HOLÊ

Salên 2000’î ji ber nebûna hostayên zîvkeriya savatê hatibû ber nemanê. Sadullah Ozmen 2006’an atolyaya xwe dîsa vekir û bi salan e ji bo ku ev kar nemire têdikoşe. Ozmen zîvkeriya xwe ji hostayekî Ermen, ji hosta Satilmiş Goze hîn bûye. Ozmen got, ‘’heke ne ji hostayê Ermen bûya niha ev zeneet miribûn’’. Ozmen mîrata hosta Goze li Wanê bi motîvên Kurd û Ermenan hewl dide bide jiyîn.

ALÎKARIYA ŞAREDARIYA DBP’Ê

Sadullah Ozmen beriya bi 2 salan di bin banê Navenda Jiyanê ya Jinê de, ya Şaredariya Mezin a Wanê, atolyeya Zîvkeriya Savatê vekir. Ozmen di vê atolyeyê de 40 şagirt digihand. Ozmen dibêje xeyala ku ew hostayên nû bigihîne bi Şaredariya DBP’ê  pêk hat lê qeyûm ev asteng kir. Ozmen got ne qeyûm û ne jî saziyeke dî nikare bibe asteng ku ew vî pîşeyî bide jiyîn.

QEYÛM ATOLYE GIRT

Ozmen got, ‘’Heta niha tenê Şaredariya Mezin a Wanê ya DBP’ê xwedî li vê hunera bi hezaran salan derket. Şaredariyê ji bo ku ev pîşe nemire û hostayên nû bigihin derfet dane min. Min jî bi desteka şaredariya DBP’ê atolyeyke xweşik vekir. Min ev huner hînî 40 kesî dikir. Şagirtekî min hate asteke wiha ku êdî dabû pêşiya min. Lê qeyûmê hewl da ku vê hunerê tine bike. Heta ku ez û şagirtê xwe hebin kesek nikare vê pîşeyê tine bike. Bapîrên me çawa bi hezaran salan heta niha anîbin ez ê jî bigihînim nifşên siberojê.’’