Malbatên Şirnexî 20 sal in li Edeneyê li binê konan e

Malbatên Şirnexî ku ji ber terora dewleta Tirk neçar man cih û warê xwe biterikînin, 20 sal in li Edeneyê li binê konan e.

Malbatên Şirnexî ku salên 1990'î ji terora dewleta Tirk a li Kurdistanê reviyan û xwe li Karagoçer a Edeneyê girtin, bi salan e li binê konan zor û zehmetiyê dikişînin. Şirnexî li gel şert û mercên giran jî bi çanda xwe dijîn.

Piştî rêwîtiyek ji saet û nîvekî, em ji navenda Edeneyê digihêjin gundê Karakoçer ê navçeya Karataşê. Li derdora zeviyên ji sed hezaran donimî, kon hatine vedan û ev yek bûye jiyaneke asayî ya li herêmê.

Malbatên Şirnexî zêdeyî 20 sal in li binê van konan e. Rewşa wan, aliyê koçberiyê yê şer radixe pêş çavan. Welatiyên ji Şirnexê, ku piştî ku sala 1990'î gundên wan ahtin şewitandin hatin Çûkûrovayê, dest bi karê çandiniyê kirin. Hin ji van malbatan 25 sal in li vir in. Gelek mirovan zarokatiya xwe di binê van konan de derbas kirine, li nava zeviyan xebitîne, mezin bûne û zewicîne.

Em dikevin nava konekî spî. Nava kon bi odeyan hatiye dabeşkirin. Mîna malekê lê hatiye kirin. Li erdê tejik hatiye raxistin, û li navenda salonê sobeyek hatiye danîn. Li dîwarê kon jî televîzyone hatiye bicihkirin. Zarok bi baldarî li Zarok TV dinerin. Dayika Cennet Kara, dema ku 20 sal berê gundê wan hate valakirin û neçar ma hate Edeneyê, wê çaxê 6 salî bû. Kara dibêje, "Ne me zarokatiya xwe dît, ne jî ciwantî" û wiha dewam dike: "Salên 1990'î gund û malên me şewitandin, vala kirin. Mirov kuştin, winda kirin. Me rojeke xweş nedît. Heta ku em li binê van konan bin wê zarokên me jî nebînin."

Li vê derê ku weke wargeheke ji konan e, mirov gelek tiştên bi rengê Şirnexê dibînin. Axaftin bi Kurdî ye, li gelek deveran tenûr nehe ku agirê wan hatine dadan. Xanê Guven ku nan lê dixe, qala serpêhatiya xwe dike: "Ez 3-4 salî bûm dema ku bi malbata xwe re hatim vir. Ji ber ku malbata min nexwest bibe cerdevan, ew koçberî vir kirin. Mîna her kesên li vir em jî dixwazin li cih û arê xwe vegerin, lê belê bûyerên diqewimin rê li ber me digirin. Bû 20 sal. Zewicîm, 4 zarokên min hene. Carna qebûl nekim jî, ev der bû cih û warê min. Hewl didim li vê derê bi çanda xwe bijîm."