Li Zanîngeha Bîelefeldê Konferansa Kurdî hate lidarxistin

Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, akademîsyenên Kurd li ser rewşa Kurdî ya li Elmanyayê konferansek li dar xistin.

Konferans ji aliyê Kurd-Akadê ve hate organîzekirin û doh li Zanîngeha Bîelefeldê pêk hat.

Enstîtuya Kurd li Elmanyayê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Ewropayê piştgirî dan konferansê. Bi komîteya amadekar Dersîm Dagdevîren, Fevzî Ozmen û Abdulqadîr Ûlûmaskan li konferansê axivîn.

Dagdevîren diyar kir ku gelek ziman li ber tinebûnê ne û got, "Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku li ser sînorê tinebûnê ye."

Ûlûmaskan jî got, "Hêvîdar im ku konferansa me wê bibe alîkar ji encamgirtin û pêşketinê re."

Pedagog Hacîre Genç, Prof. Dr. Abdulrahman Gulbeyaz, mamosteyê Kurdî, Xiyaseddîn Zaroj Stêr, Kurdolog Dr. Luqman Guldivê, Mamoste Ronî Stêrk, Parlamentera Partiya Keskan a Eyaleta NRW'ê Berîvan Aymaz qisekerên konferansê bûn û nêrîna xwe li ser mijarê anîn ziman.