Li Yemenê li ser alîkariya zad li hev kirin

Hate gotin li ser mijara ku alîkariya mirovî bigihe Yemenê bi milîsên Hûsî re peymanek hate danîn. 

Dîrektorê Giştî yê Bernameya Zad a Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Davîd Beasley ragihand ji bo alîkariya zad bigihe, bi Hûsiyan re li hev kirine.

Hate gotin piştî bicihhatina ''peymana prensîban'' wê alîkariya mirovî biçe paytexta Sanayê ya ku bi kontrola Hûsiyan e.

Li Yemenê ji 30 milyon nifûs hema hema 10 milyon jê zad peyda nake, 20'ê Hezîranê zad li ser wan qadan ku bi kontrola Hûsiyan e, qut bûbû.

Nûnerê NY'yê yê Yemenê Martîn Grîffths got zad diçe ser Hudeydayê ku bi agirbesê vê gavê şer lê tine û diyar kir rûdaneke weke vê dibe ku ji bo qadên din jî bibe. Lê Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY'yê, yê ji alîkariya mirovî berpirs Mark Lowrock got ji bo alîkariya mirovî sûdewar be, êdî li tevahiya welêt agirbest şer e.

Li Yemenê piştî ku milîsên Hûsî yên bi desteka Îranê, havîna 2014'an serhildan dayî destpêkirin û Adara 2015'an paytext Sana bi dest xistin, bi ser de piştî ku Serokkomar Abdrabbo Mansûr Hadî hate revandin, bû şerê navxwe.

Texmîn ew e ku di şer de, ya bi pêşengiya Siûdî û Koalîsyona Ereb jî di nav de ye, heta niha bi deh hezaran kes mirine. Li gorî hin jêderan kesên ku hatine kuştin di neqebêna 10 hezar û 60 hezarî de ne.