Li Wanê xweza tê talankirin: Horhor li ber tinebûnê ye

Bexçeyên Horhorê yên 3 hezar salî, ku li başûrê Keleha Wanê ne, li ber tinebûnê ne.

Bexçeyên Horhorê, ku dîroka xwe ji şaristaniya Ûrartûyê kevntir e û di asta yekemîn de qada SÎT'ê ye, li pêş çavên rayedaran tên talankirin. Bexçeyên Horhorê yên 3 hezar salî, ku li başûrê Keleha Wanê ne, li ber tinebûnê ne. Bi hezaran darên li Bexçeyên Horhorê bi şewitandin, ya jî bi birînê tên tinekirin. 

BEDEWIYA XWEZAYÎ YA WANÊ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN

Ev bedewiya xwezayî, ku li kêleka Keleha Wanê û Gola Wanê ye, dibe qurbanê xemsariyê. Darên ku emrê xwe hezaran salî ye, tên şewitandin û birîn. Bi hezaran darên li vî bexçeyî hatin şewitandin. Ev darên hatine birîn û şewitandin, piştre ji aliyê hin kesan ve tên birin. Tevî ku li pêşiya Kelehê û yekîneeyên ewlekariyê hene, birîn an jî şewitandina daran cihê fikaran e. Darên ku tên şewitandin, carna bi rojan li pêş çavên rayedaran dişewitin. Balkêş e rayedar dest li şewatê wernadin.

Dema ku ji bo amadekirina nûçeyê me berê xwe dan vî bexçeyê dîrokî, me dît ku hê jî hin dar dişewitîn. Her wiha bêdengiya komeleyên hawirdorparêziyê jî dibe sedema nerazîbûnan.

DARISTAN TÊ TALANKIRIN

Serokê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik got, "Bajarê Tûşbayê, ku yek ji wargehên girîng ên dîrokê ye, bûye paytext ji Ûrartûyan, li quntara Çiyayê Erekê, li qiraxa Gola Wanê û li cem Keleha Wanê hatiye avakirin, hê jî wargeheke dîrokî ya bêhempa ye ku perestgeh û qadên dîrokî lê tên dîtin. Daristana Horhorê, ku hemû çavkaniyên avê lê ye û weke xemla vê herêmê tê naskirin, li ber tinebûnê ye."

'GELO EV TALAN BI ZANEBÛN TÊ KIRIN?'

Kalçik diyar kir, ev daristana xwezayî, ku bi hezaran heywan lê dijîn û weke qadeke bêhnvedanê dihate dîtin, li ber tinebûnê ye û wiha dewam kir: "Ev bedewiya ku mîna wêneyekî ye, bi darên sedan salî xemilî ye. Ev cihê mîna tabloyekê ji aliyê dijmin ve hêdî hêdî tê talankirin û ji holê rakirin. Nayê fêhmkirin, bê çima ev cihê herî bi prestîj ê Wanê tê şewitandin. Gelo bi zanebûn tê kirin?"

'RAYEDAR LI REWŞÊ TEMAŞE DIKIN'

Kalçik bibîr xist, ku ev der herêmeke SÎT'ê ye û di bin parastinê de ye, lewma fêhm nake ku tevî vê yekê jî çawa dibe bi hezaran dar hatine şewitandin û wiha dewam kir: "Ev hemû li nava herêma SÎT'ê de ne û di bin parastinê de ne. Pereyê ku dema mirov dikevin nava Keleha Wane didin, divê ji bo parastina vê herêmê bin. Lê belê rayedarên ewlekariyê û Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê tenê li rewşê temaşe dikin. Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdorê ya Şaredariyê û Midûriyeta Bajêr a Daristanê, li vê hovîtiyê temaşe dikin... Xwedîderneketina rayedaran li van cihên dîrokî dibe sedem ku darên bi sedan salî bên şewitandin û ji holê bên rakirin. Saziyên ku ji vê derê pereyan qezenç dikin, lazim e van herêman biparêzin."

GEL NERAZÎ YE

Şêniyên li nêzî Keleha Wanê dijîn anîn ziman, ku he rroj bi dehan darên li vî bexçeyî tên birîn û şewitandin û destnîşan kirin, ku 'yekîneyên ewlekariyê' yên li derve û hundirê kelehê, li pêşberî vê talana xwezayî bêdeng in.

Gelê ku serdana kelehê û bexçeyên li dorê dikin tînin ziman ku ji bo ketina nava kelehê dewlet pereyan ji wan digire, lê tinekirina van nirxan ji nedîtî ve tê.