Li Swêdê 'Xelatên Zarokên Dinyayê' hatin belavkirin

Biryar hate dayin ku 'Xelata Zarokên Dinyayê (WCP)' a sala 2019'an ji parêzvanên mafên zarokên ên Hindistanê, Burundi û Haitî bên dayin ku li dijî zewicandin û kolekirina zarokan têdikoşin.

Xelatên Zarokên Dinyayê ku weke Xelata Nobelê ya Zarokan tê naskirin, li bajarê Marifred ê Swêdê bi merasîmeke bi beşdariya zarokên ji 13 welatan, ji aliyê Prenses Sofia ve hatin dayin.

Doktor Ashok Dyalchand ê ji Hindistanê ku 40 sal in li dijî zewicandina zarokan û ji bo bidestxistina mafên wekhev ên zarokên keç û xort têdikoşe, hêjayî Xelata Zarokên Dinyayê ya sala 2019'an hate dîtin.

Xelatên rûmetê jî ji du aktîvîstên mafên zarokan û mirovan re hatin dayin. Xelata rûmetê ji Spes Nihangaza re hate dayin ku 25 sal in ji bo tedawîkirina zarokên bi aidsê ketine û ji bo zarokên zerar ji şer dîtine, dixebite.

Xelata din a rûmetê jî ji parêzvanên mafên zarokan Guylande Mesadieu re hate dayin ku 20 sla in li Haitiyê li dijî kolekirin û girtina zarokan têdikoşe.

Xelat ji sala 2000'î ve tên belavkirin. Ji bo diyarkirina xwediyên xelatê, heta niha 44 milyon zarok ku 650 hezar ji wan li Swêdê ne tevlî dengdanê bûn.