Li Stockholmê semînerek li ser Yarsanî

Di salvegera 21'ê Sibate Roja Zimanê Dayike de bi pêşengtiya Enstîtûya Kurdî ya li Stockholmê semînerek li ser dîrok, ol û felsefeya baweriya YARI (Yarsanî) pêk hat.

Semîner saet 13:00’an dest pê kir. Lêkolîner û nivîskarê Kurd Taherî li ser bawerî û felsefeya baweriya Yarsan axivî û navbera duyan bi pirs û bersivan heya seet 17:00’ê êvarê domand Semîner li salona Varbrygard Centrum ku dikeve başûrê rojavayê Stockholmê pêk hat. Di semînerê de nezîkî 100 kes amade bûn.

Lêkolîner û nivîskar Tayip Taherî got, ''Ya yekemîn gelek ji Kurdan vê olê nas nakin. Yên dibêjin em nas dikin jî, xwediyên zanîneke gelekî kêm in. Prensîpên, felsefe û dîroka ola Yarsan baş nizanin. Ya duyemîn ev olake Kurdistanî ye û tenê li nav gelê Kurd heye. Taherî wiha domand: ''Hemû cejn, zêw û pîrozgehên ola Yarsan li Kurdistanê ne. Ji dayîkê bûyîn, kirasguhartin, ayînên olî hemû bi zimanê Kurdî ne. Li gorî rêwresmên Kurdan e. Her çiqasî ji ber zordestiya derdoran hin nav û tiştên rêol (terîqet) û ola îslamê ketine nav de jî tiştên xwe yên bingihî parêstin e. 

Semînera ku li seet 13:00’an dest pê kir, lêkolîner û nivîskarê kurd Taherî li ser bawerî û felsefeya baweriya Yarsan axifî û navbera duyan bi pirs û bersivan heya seet 17:00’ê êvarê domand! Semîner li salona Varbrygard Centrum ku dikeve başûrê rojavayê Stockholmê pêk hat. Di semînerê de nezîkî 100 kes amade bûn!