Li Londrayê hawîrdorpêrêz avahiya Borsayê kirin hedef

Tevgera hawîrdorparêz Extînctîon Rebellîon li têketa Borsaya Londrayê zincîra mirovî çêkirin, bêçalakibûna li bara guherîna avûwayê şermezar kirin.

Li gelek cihan çalakî hatin kirin. Hin çalakgeran Borsaya Londrayê kirn hedef, hin çalakger çûne tora trênê ya Docklands Light Railway (ÇLR), li gara Canary Wharfê çûnûhatin bloke kirin.

Çalakiya pêşî ya ku deng dayî serê Nîsanê li Kamaraya Avamê çêbû. Aktivîstan bi nîv tazî çalakî kiribûn û li parlamentoyê rûniştinek bloke kiribûn.

Ji hingî ve çalakî bi rengê ku bi ser deveran de bigirin, didomin. Nexasim torên veguhaztina giştî têne bloke kirin.

Çalakgerên ku ji komeke biçûk pêk hatin yên ku li ber Borsaya Londrayê çalakî kriin, bi kostûmên reş û qirawatên sor bûn û vê jî bal kişand. Çalakgeran têketa avahiya borsayê girtin.

Extînctîon Rebellîon daxuyaniyeke nivîskî da û xwest ku sektora fînansê li ser bandora hilweşîner a li ser avûhewayê rastiyê bibêjin.

Tevgera hawîrdorparêz wê qonaxa pêşî kampanyaya çalakiyê vê Pêrşemê bi dawî bike. Extînctîon Rebellîon diyar kir ew gihaştine armanca xwe û got, ''Me dît ku jiyana we aseng dike. Ji bo vê ev acîl bû em vê dikin. Li tevahiya cihanê nîqaşeke ku pir li bendê bûn û hewce bû, dest pê kir.''

Ji 15'ê Nîsanê û vir ve di çalakiyên Londrayê de 1.088 kes hatin destgîkriin.

Extînctîon Rebellîon dixwaze ku ji bo avûhewayê rewşa awarte were ragihandin, emisyonên gaza serayê heta 2025'an bi dawî bibe û ji bo têkoşîna dijî germbûna global meclîsa welatiyan were avakirin.