KODAR’ê hişyarî da talankerên Zagrosê

Du mehên derbasbûyî li ser tevna civakî gelek agahî hatin parvekirin ku daristanên Zagrosê yên li Rojhilatê Kurdsitanê tê talankirin. KODAR’ê têkildarî talankirina Zagorsê hişyarî da.

Komîteya Ekolojî ya Komelgeha Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkildarî talankirina daristanên Zagrosê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KODAR’ê got; “Piştî talankirina daristanên Hirkanî li bakurê Îranê, diyar e ku dor gihîştiye daristanên Zagrosê. Ev demeke ku mafiyaya ya girêdayî hêzên Sipaha Îranê, berê xwe dane daristanên Zagrosê. Bêdengiya berpirsên hikûmetê yên li bajarên derdora Zagrosê hiştiye ku xerabkirin û talankirinekî mezin di xwezaya vê herêmê de çêbibe. Li aliyê din hawirdorparêz rojane ji aliyê dewletê ve tên destgîrkirin û hêzên îstixbaretê zext û êrîşên xwe li dijî saziyên jîngehan zêde kiriye.”

KODAR’ê talanker û kesên piştevaniya wan dike hişyar kir û wiha got; “Em weke parçeyek girîng ê xwezayê li mirovan dinêrin, parastina xwezayê parastina hebûna mirovhaiyê ye. Ev rol û peywira me ya exlaqî ye. Di heman demê ku em piştevaniyê didin sazî û çalakên jîngeparêz, em dibêjin ku em ê li hember van êriş û talankirinên ku di herêmê de rû didin bêdeng nemînin. Em hişyarî didin kesên sûcdar, ku hêzên me ji bo parastina gel û xwezaya xwe, wê wan bidin nas kirin û hesabê ji wan bixwazin.”