KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

Konseya Rêveber a KNK'ê cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd, gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Di peyama KNK'ê de hate gotin, "Îro Çarşem e, Çarşema Sor e, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike. 

Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan."

'METIRSÎ DIDOME, DIVÊ HÊZ Û GELÊ ME XWEDÎ LI CIVAKA ME YA ÊZIDÎ DERKEVE'

KNK'ê bal kişand ser êrîşên dijminên Kurdan ên dema dawî û diyar kir, "Hedefek jî bawemendên Êzidî ne. Ji ber êrîşa li ser Efrînê civaka me ya Êzidî zerer û ziyanek mezin dît. Hêzên dewleta Tirk û hevkarên wan ên ketî axa Efrînê, xwedî zihniyeta DAÎŞ'ê. Kiryarên wan jî weke yên DAÎŞ'ê ne. Rewşa Şengalê jî hîn bi temamî zelal nebûye. Xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewame. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li civaka me ya Êzidî derkevin."

Di dewama peyamê de hate gotin, "Dijminên gelê Kurd, di heman demê de dijminên civakên cuda û gelên li herêmê teva ne. Dijmin, di têkbirin, rûxandin, wêranî, qirkirina fizikî û kulturî de sînoran nas nake. Di heman demê de gelan, civakan jî ji hev cuda nake. Ji ber vê çendê, gelê Kurd, gelên li Kurdistanê teva, xwedî kîjan baweriyê bin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin. 

Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. 

Bi vê hêvî û daxwazê, em KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd û gelên li herêmê pîroz dikin."