Karayilan: Gerîlayên sedsala 21'ê diafirin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Karayilan got, "Li Kurdistanê xet û modela gerîlayên sedsala 21'ê tê afirandin. Di vî warî de em zelal û bi biryar in."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji ANF'ê re qala Projeya Jinûve Avakirinê kir ku di civîna HPG'ê de biryar li ser wê hate dayin.

Karayilan diyar kir, gerîla bi hebûna xwe re timî bû aktorekî bingehîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ferz kir û got, "Eger hêzên gerîla heta niha hatibûna tasfiyekirin, wê hem pêşî li nîqaşên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hatibûya girtin, hem jî pirsgirêka Kurd bi temamî ji rojevê derketibûya û siyaseta qirkirinê wê li ser kar bûya."

Karayilan got, "Di vê serdemê de jî eger gerîla nebe, wê AKP a ku her tişt xistiye destê xwe, sîstema xwe bi temamî bide rûniştandin û li pêşiya sazîbûna faşîst a bi salan ti astengî nemîne. Lewma, hêzên gerîla çawa ku beriya niha pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê re kirin, niha jî bi heman rola pêşengiyê radibin."

DI ŞERÊ BEJAHÎ DE BÊ ÇARE MA, GIRANÎ DA SER TEKNÎKÊ

Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG'ê Mûrat Karayilan işaret bi taybetmendiyên gerîlayên Kurdistanê kir û li ser vê mijarê got, "Gerîlayên li Kurdistanê gerîlayên îdeolojîk û polîtîk in. Gerîlayên Kurdistanê formasyonek nîne ku mîna li hin welatên din pêşengiyên wan ên leşkerî û îdeolojîk ji hev cuda ne. Pêşengên şoreşê yên giştî ne ku temsîliyeta leşkerî, îdeolojîk û polîtîk di nava xwe de dihewînin."

Di dewama axaftina xwe de Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk di şerê bejahî de li dijî gerîla bê çare maye û got, "Niha jî şer bi giranî bi hêzên profesyonel, îstîxbaratê, teknîk û şerê psîkolojîk dimeşîne."

DEWLETA TIRK NEWÊRE ARTÊŞA XWE BIÇÛK BIKE

Karayilan bal kişand ser daxwaza dewleta Tirk a ji bo modernîzekirina artêşê û diyar kir, ji bo modernîzekirinê pêwîste artêşê biçûk bike, lê newêre vê bike.

Karayilan li ser mijarê got, "Jê heye ku eger artêşê biçûk bike wê valahiyek derkeve holê. Li gelek navçe û bajarên Kurdistanê 25-30 hezar leşker hene. Li çar aliyên navçeyan leşker bi cih kirine. Bala xwe bidin ser Elkê, Çelê, Şemzînanê, Şirnexê; li hemû girên li derdora wan yekîneyên leşkerî hatine bicihkirin. Nifûsa şêniyên Çelê 9 hezar e, lê hejmara leşkerên li derdorê 24 hezar e. Ji bo pêşî li ketina gerîla ya li nava bajêr bigirin, girên li derdorê bi leşkeran dagirtine. Qîma xwe bi vê jî neaniye û leşker daniye ser girên li pişt van giran... Lewma pêwîstiya xwe bi deh hezaran leşkerî heye. Ji wan heye ku eger hejmarê kêm bikin wê gerîlayên PKK'ê bikevin wê derê, çalakiyan bikin û êdî ji wan deveran dernekevin. Lewma artêşa Tirk xwe nade ber kêmkirina hejmarê. Ji ber ku nikare vê bike, artêşê jî nikare modern bike. Modernîzayson bi hejmareke kêm, bi mesrefeke zêde dibe."

HÊZÊN PARAMÎLÎTER

Mûrat Karayilan anî ziman ku li şûna vê yekê hêzeke paramîlîter ava kirine û navê Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) li vê hêza ku ji bo pereyan şer dike, kirine.

Karayilan diyar kir, hêzeke ku tenê ji bo pereyan şer dike, nikare giraniya şer rake, dema ku tehde lê bibe wê têk biçe û bireve. Karayilan got, ew vê rastiyê li meydana şer, di dema çalakiyên gerîla de dibînin û destnîşan kir, ev hêz di şerê bejahî yê dijî gerîla de têk diçe.

Karayilan diyar kir, artêşa Tirk ji ber vê yekê giranî daye ser şerê hewayî û wiha dewam kir: "Tişta ku niha dewleta Tirk dike ev e. Hejmara artêşê mîna xwe maye. Hêzên paramîlîter jî mîna pîneyê lê zêde kiriye. Û hewl dide bi şerê hewayî xwe ji rewşa xitimandî derxîne. Yanî xwe dispêre îstîxbarat û teknîkê û bi vî awayî dixwaze encamê bigire. Ji ber ku îradeya wan a ji bo şerê li dijî gerîla gelekî qels e."

ARTÊŞA TIRK Û STRATEJIYA WÊ BÊ ÇARE HATIN HIŞTIN

Fermandar Karayilan ragihand, rê, rêbaz û taknîk hene ku dikarin vê îstîxbarat û teknîka dewleta Tirk pûç bike û got, "Em niha li ser wê disekinin. Lewma ev yek jî wê li pêşberî gerîla nebe çare. Neçareserî wê ji gelek aliyan ve li gelek qadan xwe li ser dewleta Tirk ferz bike. Artêşa Tirk û stratejiya wê li pêşberî gerîla bêçare hatiye hiştin. Artêşa Tirk di şerê bejahî de li hemberî gerîla têk çûye. Lewma bi hemû derfetên xwe giranî daye ser şerê hewayî."

PÊŞKETINA TEKNÎKÊ, JINÛVE AVABÛNÊ FERZ DIKE

Karayilan bi bîr xist ku serdema heyî serdema zanistî û teknîkê ye, serdema telekomînîkasyon û fezayê ye û got, "Ji ber vê yekê her nûvedana nû ya jî tişta nû tê afirandin, destpêkê di şer de tê bikaranîn. Li qada leşkerî tê bikaranîn. Pêşketina teknolojîk bandorê li her qada jiyanê dike. Herî zêde bandorê li şer dike. Ev rewş, jinûve avabûnê li ser hemû artêşa ferz dike."

JI NÛ VE BIRÊXISTINBÛNA GERÎLA

Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir, tevgera wan bi pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê paradîgmayî ve xwe nû kir û wiha bi mijarê daket: "Vê yekê avantajên mezin da me. Me timî hewl da mijara nûbûna rêbaza gerîla her tim di rojeva xwe de bihêlin. Lê ev du sal in Projeya Jinûve Avabûnê di rojeva HPG'ê de ye û herî dawî di civîneke HPG'ê de biryar li ser wê hate dayin. Ev proje ne weke yên beriya xwe tenê ji bo perwerdekirin, pisporkirin û şarezakirina gerîla ye. Bêguman şarezakirin armanceke bingehîn e, lê armanca esasî guhertina modela gerîla ya Çîn-Vîetnamê ye ku me ji sala 1984'an heta 1999'an bi cih anîn û piştî sala 2000'î hewl dan biguherînin. Bi projeyê re em dixwazin xet û modela nû ya sedsala 21'ê ya gerîla li Kurdistanê biafirînin. Projeya wê yekê ye ku gerîlatiya klasîk bi temamî bê guhertin; sîstem û rêbaza wê ya şer, tevger, bicihbûn û rêxistinbûnê werin guhertin û gerîla ji nû ve bê afirandin. Bêguman ev projeya ku xwe dispêre tecrûbeya 34 salan a gerîlatiyê, niha di rojeva me de ye. Bi vê yekê re em ê di rêbaza şer, di rêbaza liv û tevgerê û feraseta bicihbûnê de guhertinên bingehîn bikin. Armanca me ew e, em hêzeke gerîla biafirînin ku dikare li ber teknolojiya serdemê rabe, îstîxbarat û teknîka dijmin pûç bike û teknîk û taktîkê bi xurtî û bi rengekî şareza karibe bi kar bîne. Bi vî rengî jî ber bi serketinê ve biçe. Mebesta me ji gerîlayên sedsala 21'ê ev e."

Karayilan diyar kir di vê mijarê de ew zelal in, bi biryar in û got, "Em li ser esasên afirandina gerîlayên serketinê yên Kurdistanê disekinin û niha hewl didin bixin meriyetê."

GEL Û GERÎLA BI HEV RE YE

Karayilan bi bîr xist ku stratejiya wan a têkoşînê stratejiya şerê gel a şoreşger e û got, "Di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de gerîla bi tenê nîne. Aliyê vê têkoşînê yê gel heye. Divê mirov gel û gerîla bi hev re bifikirin. Di doktrîna me ya şer de sê ji çar hîmên bingehîn ev in. Yanî gerîlayên profesyonel, xweparastin, tevgera gel û bikaranîna qada metropolan. Ji bo çar  aktorên bingehîn ên doktrîna me ya şer û hêza pêşeng, gerîla ye."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan anî ziman ku bi projeya jinûve avabûnê ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê re ew hewl didin bibin hêza serketinê û got, "Em ê di wê baweriyê de ne ku em ê wezîfeyên xwe yên serdema nû bi vî rengî bi cih bibin û bersivê bidin bendewariyên Rêber Apo, şehîdên leheng, gelê me û dayikên me. Em pê bawer in ku gerîlayên berê xwe dane serketinê wê di doza azadiyê de bi ser bikevin."