Jinên li Binarê Qendîlê dest bi amadekariya zivistanê kirin

Li Binarê Qendîlê, jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin. Amîne Mostafa ku yek ji şêniyên herêmê ye, bi rîçal û ava hinaran amadekariyê ji bo zivistanê dike û hewl dide debara 6 zarokên xwe bike.

Li herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê, bi demsala payîzê re amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirin. Li gundê Sinemokê yê Binarê Qendîlê, barê amadekariya zivistanê mîna her carê li ser milê jinan e. Yek ji jinên ku dest bi vê amadekariyê kirine Amîne Mostafa ya 74 salî ye.

Amîne Mostafa ku di emrê zarokatî de hate zewicandin û li gundê Sinemokê bi cih bû, ji fêkiyên li gund daye hev rîçalê çêdike û ava hinaran amade dike. Bi vî rengî hem amadekariyê ji bo zivistanê dike, hem jî debara malbata xwe dike.

Dayika 6 zarokan Amîne ji aliyê cîranên xwe ve weke jineke ku her karê xwe bi hesasiyeteke mezin dike tê naskirin. Dayika Amîne ji me re qala rîçala xwe ya navdar û amadekirina ava hinaran dike. Dibêje ku ew fêkiyên xwe dixe nava rêjeyeke zêde ya şekir û kêm toza lîmonê, piştre li ser êgir hinekî dikelîne û destnîşan dike ku divê ev kar bi hesasiyeteke mezin were kirin.

Amîne Mostafa, ava hinaran jî dixe beroşê, datîne ser êgir û heta bikele hêdî hêdî li hev dide. Amîne Mostafa dibêje, "Karê ku ez dikim dibe ku zehmet be, lê belê mîna her zindî mirov mirov karibe bijî û debara malbata xwe bike, ez jî amadekariyê ji zivistanê re dikim. Dixwazim ya herî baş ji bo şeş zarokên xwe bikim.

Her wiha pê kêfxweş im ku nîşan didim; ti zor û zehmetî nikare bi jinan."