Ji Kurdên Rûsyayê konferansên ‘avakirina ji nû ve’

Li herêmên Krasnodar û Stavrapolê yên Rûsyayê Kurdan konferansên ‘avakirina ji nû ve’ lidar xistin.

KRASNODAR

Kurdên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê Kurd ji bo rêxistinbûna xwe xurt bikin, hin civîn û konferans lidar xistin.

Armanca konferansa li bajarê Krasnodarê ev e ku otonomiya neteweyî û çandî ava bikin û li ser van tiştan otonomiya navendî ava bikin. Ji navçeyên herêma Krasnodarê Korenovsk û Tîmoşevsk û ji taxa Goryaçî Klyûç nûner û mêvanên ji Moskova û Komara Xweser a Adigeyê beşdar bûn.

Beşdarên konferansê li ser kêşeyên civakî yên Kurdên li dîasporayê nîqaş kirin û biryar dan ku li herêmê du otonomiyan ava bikin. Yek jê otonomiya Krasnodarê û ya din jî ya navçeya Korenevskê.

Di vê civînê de rêveberiya otonomiya çandî û û neteweyî ya Kurdên li Krasnodarê bi hilbijartinê dest pê kirin. Ji bo hevserokatiya otonomiyê Nûra Tîtale Aşîrî û Îşxane Aslanê Ankosî, ji bo alîkariya hevserokatiyê jî Elmîra Manaf Gasanova û Aliye Barî Aliyev hate hilbijartin. Di heman demê de meclîsa ji 13 kesan pêk tê, hate hilbijartin. Di civînê de biryar hate girtin ku meclîs di demeke nêz de bicive û karbeşiya xwe bike.

Di civînê de beşdarên têkildarî kêşe û xebatên wê werin kirin pêşniyazên xwe kirin û li ser têkilîdanîna bi gelen din re nîqaş hate kirin.

STAVRAPOL

Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê konferansa avakirina otonomiya Kurdan a Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya navçeya Novoaleksandrovskê li dar xistin. Ev konferans bi beşdariya delegeyên 12 gundên Novoaleksandrovskê hate lidarxistin. Pêkhateyên civînê ji nav xwe du hevserok û du alîkarên hevserok, meclîsa otonomiyê ya 15 kesan hilbijartin.

Beşdarên civînê têkildarî kêşe û xebatên divê werin kirin nîqaş kirin. Piştî civînê plansaziya xebatan hate amadekirin.