Hilberîna plastîk qat bi qat zêde dibe

Li gorî lêkolîneke ku di kovara zanistiyê ya bi navê Scîence Advances de hate weşandin, ji sala 1950'î û vir ve li gelemperiya cîhanê 8 mîlyar ton plastîk hatiye hilberîn, lê ev rêje wê di 10 salên pêş de bigihêje 25 mîlyar tonî.

Rêjeya plastîkên tên helandin û li xwezayê tê vegerandin, tenê 9 ji sedî ye. Ji ber vê yekê, xuya ye li cîhanê wê cihekî ku sergoyê plastîk lê tine ye, nemîne.

Hat tespîtkirin ku ji sala 1950'î û vir ve di nava 75 salan de, li gelemperiya cîhanê 8,3 mîlyar ton plastîk hatiye hilberandin.

Di lêkolînê de hat destnîşankirin, ku hilberîna plastîkê di dema dawî de gelekî zêde bûye. Hat tespîtkirin ku sala 1950'î hilberîna plastîkê li gelemperiya cîhanê tenê 1 mîlyon ton bû, ev rêje di sala 2015'an de bû 380 mîlyon ton salane.

SALA 2050'Î WÊ BIGIHÊJE 25 MÎLYAR TONÎ

Li gorî lêkolînê, nîvê plastîka di nava 75 salan de hate hilberîn, di navbera salên 2003-2015'an de hatine afirandin û ev yek wê di salên pêş de qat bi qat zêde bibe. Tê texmînkirin, ku heta sala 2050'î hilberîna plastîkê wê 25 mîlyar tonî derbas bike.

HELANDIN Û VEGERANDINA LI XWEZAYÊ, TENÊ 9 JI SEDÎ YE

Di lêkolînê de hat ragihandin, plastîk piştî çîmento û pola materyala sêyemîn e ku herî zêde li cîhanê tê hilberîn û tevî zerar li xwezayê dike jî, beşeke wê ya mezin nayê helandin û li xwezayê nayê vegerandin. Li gorî vê yekê, tenê 9 ji sedî plastîka heta niha hatiye hilberandin, li xwezayê hatiye vegerandin.

Hat tespîtkirin ku 12 ji sedî hatiye şewitandin û 79 ji sedî jî li sergoyan hatine bicihkirin an jî bi rengekî bê kontrol li nava xwezayê hatiye belavkirin.

Rêveberê lêkolîna navborî, pisporê pişesazî yê Zanîngeha Kalîforniyayê Roland Geyer anî ziman, ku hilberîna plastîkê salên 1930'î dest pê kiriye, lê bi berfirehî ji sala 1950'î û pê ve dest pê kiriye.

HERÎ ZÊDE LI EWROPA Û ÇÎNÊ LI XWEZAYÊ TÊ VEGERANDIN

Li gorî lêkolînê, di mijara vegerandina plastîkê li xwezayê de, her çend ev 35 sal in pêşketinên girîng hene jî, gelek welat di vê mijarê de hê li paş in. Di navbera salên 1980-2015'an de 600 mîlyon ton plastîk hate helandin û li xwezayê hate vegerandin.

Ji sala 2015'an û vir ve, welatên ku ji aliyê vegerandina li xwezayê ya plastîk de di asteke baş de ne, bi rêjeya 30 ji sedî welatên Ewropayê ye. Bi rêjeya 25 ji sedî jî, Çîn plastîkê li xwezayê vedigerîne. Li aboriya herî mezin a cîhanê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêjeya vegerandina li xwezayê ya plastîk, di bin rêjeya 9 ji sedî de ye.

HILBERÎN ZÊDE BÛ

Tevî ku vegerandina li xwezayê gelekî kêm e jî, hilberîna plastîkê qat bi qat zêde dibe û gefê li hawirdorê û jiyana xwezayî dixwe.

Di serdema heyî de, ji bo pêçandina berhemekê bi giranî plastîk tê tercîhkirin. Ji ber vê yekê jî hilberîna plastîkê her dewam dike.

Ji ber kîsik û şûşeyên plastîk ên li nava xwezayê hatin belavkirin, her sal bi mîlyonan zindî tine dibin. Tê texmînkirin, ku tenê sala 2010'an li okyanûs û deryayan 10 mîlyon ton plastîk hatiye belavkirin.

Plastîk di nava xwezayê de ancax piştî sedan salî bihele û tevlî xwezayê bibe.

Yek ji endamên lêkolînê ji pisporên Zanîngeha Georgîayê Jenna Jambeck jî ragihand ku êdî berhemên plastîk li her qada jiyanê derdikeve pêşiya mirovan û di vî warî de hişyarî da.