Encamnameya Konferansa Perwerdehiya Tendiristiyê ya Rojava

Konferansa Perwerdehiya Tendiristiyê ya Rojava a li Qamişlo hate ragihandin. Di danezanê de hin biryar hatin standin.

Konferansa Encamnameya Perwerdehiya Tendiristiyê ya Rojava hate ragihandin.

Konferansa 30’ê Nîsanê bi navê ‘’Civakek heke ji tendiristiya xwe ya fizîkî û giyanî çareser kiribe derfeta azadiyê di dest de ye’’ bi tevlêbûn 350 delegeyî pêk hat û hin biryar hatin standin.

Li gorî encamnameyê biryarên wiha hatin standin;

*Kesên ku perwerdehiya 10 salan a dibistana seretayî dîtibe û temen di navbera 18-32’an de be dikare perwerdehiya tendiristiyê bide.

*Pêkhatina şertên jiyanê yên xwendekaran divê bê pere be û ti beramberî jî jê neyê xwestin.

* Di rêveberiya Akademiya Tendiristiyê de, di her qonaxê de xwendekar wê hebin.

*Di Akademiya Tendiristiyê de nîvê xwendekaran û nîvê rêveberiya akademiyê jî divê ji jinan pêk were.

*Ji bo ku Perwerdekar û Xwendekar hişmendiya perwerdehiya polîtîk-exlaqî pêk bînin neçar in ku perwerdehiya îdeolojîk a felsefeya Neteweya Demokratîk û Jiyana azad bistînin.

*Ji bo tevlêbûna demokratîk a li perwerdehiyê di Rêveberiyên Akademiya Tendiristiyê de divê nûnerên gel hebin, her wiha di Meclîsa Tendiristiyê ya Akademiya Tendiristiyê de jî divê nûnerên gel hebin.

*Ji bo hişmendiya perwerdehiyê ya kolektîf, civakî were yasayîkirin, bêyî ku cihêtiya pispor-teknîsyen were kirin, di her qonaxa perwerdehiyê de her kes dikare cihê xwe bigire.

*Ji bo ku tecrûbeya kevneşopiyê bi zanistê re were pêşxistiin, di heman demê de bi mebesta xwedîderketina li tecrûbeya tendiristiyê ya kulturî di nav dersan divê Tiba Kevneşopî jî hebe.

*Biryar hate standin ku saleke dî jî Konferansa Perwedehiya Tendiristiyê were çêkirin, bi mebesta ku hêlên kêm ên sîstema perwerdehiyê ya vê salê çareser bikin û nîqaşan kûrtir bikin.