'Em di demeke welê de ne ku neheqî di asta herî bilind de ye'

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û got, "Em di demeke welê de ne ku hiqûq nîne û neheqî di asta herî bilind de ye."

Wezareta Karên Hundir a Tirk waliyê xwe yê li Mêrdînê Mûstafa Yaman cara duyemîn weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tayîn kir.

Yaman di nava sê salên derbasbûyî de şaredarî di bin deynan de hiştibû.

Ahmet Turk ê HDP'î di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi rêjeya 56 ji sedî yê dengan bi ser ket û bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê. Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û diyar kir, ya ku hatiye kirin bi aqil nikare bê îzahkirin.

Turk got, "Em di demeke welê de ne ku hiqûq nîne û neheqî di asta herî bilind de ye. Îradeya gel nas nakin û navê demokrasiyê li vê dikin. Her tişt eşkere ye."

Ahmet Turk diyar kir, tayînkirina walî nîşan dide ku siyaseta li Tirkiyeyê antî demokratîk e û got, "Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî û bêqanûnî ye."