Danîmarka  firotina otomobîlên bi sotemeniyê qedexe dike

Danîmarka ku bi rengê ‘welatê bisiklêtê’ tê naskirin, diyar kir ku heta  2030’î ew ê firotina otomobîlên bi benzîn û dîzelê qedexe bikin.

Serokwezîr Lars Lokke dema vekirina parlmantoyê axivî û got, ‘’Di nav 12 salan de, tenê di nav 12 salan de em dixwazin firotina otomobîlên bi benzîn û dîzelê qedexe bikin’’.

DANÎMARKA PEYAMÊ DIDE CÎHANÊ

Serokwezîr got ew Danîmarkeke pêşeng dixwazin ku berê cîhanê dide cîhaneke bi şînahî û diyar kir, ew peyameke vekirî didin Yekîtiya Ewropayê, sanayiya otomobîlê û beşên dî yên cîhanê.

Danîmarka bi çarçoweya têkoşîna dijî germbûna global dixwaze 2050’î di enerjiya fosîl de bibe notr. Qerantiya Skandînavyayê li Danîmarkayê di navbeyna 1980 û 2015’an de emîsyonên karbonê 38 ji 100’î kêm kir.

Danîmarka bi qedexekirina otomobîlê bi sotemenî, da pey Îzlandayê ku Îlonê daxuyaniyeke wiha dabû.

NORWÊÇ JÎ 2025’AN WÊ DERBASÎ WESAYITÊN BI EMÎSYONA SIFIR BIBE

Norwêç ku li Ewropaya Rojava şampîyonê hilberîna hîdrokarbona sereke û ya bi elektrîkê ye, da ber xwe ji 2025’an û wê ve destûrê bide otomobîlên bi emîsyona sifirê. Lê hê modêlên dî bi fermî qedexe nekiriye.

2024’AN WÊ OTOMOBÎLÊN DÎZEL WERIN QEDEXEKIRIN

Fransa plan dike ku 2040’an otomobîlên bi sotemeniya nû (termîk) qedexe bike. Parîsê ragihand 2014’an wê otomobîlên bi dîzelê bi temamî qedexe bikin.

Her wiha Qerantiya Yekbûyî jî xwe hazir dike heta 2040’an otomobîlên bi dîzel û benzînê qedexe bike.