Cannes sala xwe ya 70 pîroz dike

Festîvala Fîlman a Cannesê, îsal cara 70. tê lidarxistin û wê di navbera 17-28'ê Gulanê de pêk were. Di festîvala îsal de, tevî Mîchael Haneke wê gelek derhênerên navdar li hev bicivin. Fîlmê 'Yol' (Rê) yê Yilmaz Guney jî wê îsal li Cannesê bê nîşandan.

70. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî, îsal bi dirûşma 'Kombûna Hunerê ya 70.' di navbera 17-28'ê Gulanê de pêk tê. Bi wesîleya sala 70'ê, gelek kesayetên girîng ên cîhana sînemayê wê tevlî festîvala îsal bibin. Derhênerê Spanyayî Pedro Almodovar wê îsal serokê jûrî be. Festîval wê bi nîşandana fîlmê 'Les fantomes d'Ismaêl' ê derhêner Arnaûd Desplechîn dest pê bike. Bi giştî 19 fîlm wê ji bo bidestxistina 'Palmiya Zêrîn' tevlî pêşbirkê bibin. Bi giştî wê 49 fîlm werin nîşandan.

DERHÊNERÊN NAVDAR LI HEV DICIVIN

Ji ber sala 70'ê, wê gelek derhênerên navdar li hev bicivin: Mîchael Haneke, Andrey Zvygaîntsev, Noamî Kawase, Lynn Ramsay, Françoîs Ozon, Sofîa Coppola... Di roja 10. a festîvalê de wê bi merasîmekê xelat werin belavkirin.

FÎLMÊ YOL PIŞTÎ 35 SALAN WÊ CAREKE DIN LI CANNESÊ BÊ NÎŞANDAN

Yek ji beşên girîng ên Cannesê, 'Klasîkên Cannesê' ye. Di vê beşê de wê bi giştî 24 fîlm werin nîşandan. Yek ji wan jî fîlmê 'Yol' (Rê) ê Yilmaz Guney e, ku di sala 1982'an de hêjayî xelata 'Palmiya Zêrîn' hate dîtin.

FÎLMÊN JI BO WERGIRTINA PALMIYA ZÊRÎN TEVLÎ PÊŞBIRKÊ BIBIN

Îsal wê bi giştî 19 fîlm, ji bo bidestxistina xelata 'Palmiya Zêrîn' tevlî pêşbirkê bibin. Fîlmên tevlî pêşbirkê dibin jî ev in:

Ismael’s Ghosts, Arnaud Desplechin

Wonderstruck, Todd Haynes

Le Redoutable, Michel Hazanavicius

The Day After, Hong Sang Soo

Radiance, Naomi Kawase

The Killing Of A Sacred Deer, Yorgos Lanthimos

A Gentle Creature, Sergei Loznitsa

Jupiter’s Moon, Kornel Mundruczó

L’amant Double, François Ozon

You Were Never Really Here, Lynne Ramsay

Good Time, Benny Safdie & Josh Sadie

Loveless, Andrey Zvyagintsev

The Meyerowitz Stories, Noah Baumbach

In The Fade, Fatih Akin

Okja, Bong Joon-Ho

120 Battements Par Minute, Robin Campillo

The Beguiled, Sofia Coppola

Rodin, Jacques Doillon

Happy End, Michael Haneke