Serokwezîrê Tirk Binali Yıldırım got wan qada xwe ya hewayî ya ji bo Hewlêrê vekiriye. Hin organên weşanê yên nêzî PDK’ê gotin ‘’Qada hewayî ya Kurdistanê vebû’’. Lê ev biryar Silêmanî di nav xwe de nahewîne.
Yıldırım got, ‘’Hikûmeta Navendî ya Iraqê qada hewayî vekir. Em jî li gorî wê îro qada hewayî vedikin. Wê Erbîlê vehewîne lê Silêmanî li derveyî vê biryarê bimîne.’’
Ev biryara Enqerê ku tenê Hewlêrê, ku PDK lê serdest e vedihewîne bû sedema pirsan. Ji ber ku, di demeke wiha de ku hikûmeta tirk tevgera dagirkirina Efrînê didomîne, gefê li Şengalê dixwe ev biryar hatiye standin.
Dewleta Tirk van demên dawî êrîşên xwe yên li ser sivîlên Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. 22’yê Adarê li nêzî Hewlêrê li bajarokekî balafirên şer ên Tirk 4 sivîlên Başûrî kuştibûn.