Bihayê karesatên îsal 155 milyar dolar e

Li gorî şîrketa ji nû ve sîgortakirinê ya bi navê Swîss Re bihayê karesatên xwezayî û mirovî yên îsal 155 milyar dolar e. Li gorî sala borî ku bê berhevkirin tê dîtin ku biha bûye nîv nîv e.

Li gorî daneyên Swîss Re yê ziyanên aborî yên ji ber karesatên xwezayî û mirovî rûdane li gorî sala borî daketiye. Bihayê karesatê ya sala 2017’an 350 milyar dolar bû. Sala 2018’an bihayê karesatê 155 milyar dolar hate nîşandan.

Hejmara kesên ji ber karesatan jiyana xwe ji dest  dane û winada jî bûne weke 11 hezar kes hate ragihandin.

Yek ji cihên herî zêde kes lê mirin girava Sîlaweî ya li Endunezya ku dawiya meha Îlonê  erdhej lê pêk hatibû ye. Di vê erdhejê de 3500 kes miribûn.