'Bexçeyê Keşîş' ê ji sedsala 16'an mayî, hat tinekirin

Bexçeyê Keşîş cihê herî şênkahî yê Bazîdê bû. Dema mirovan ji jorê ve lê dinerî, mîna Geliyekî Kesk xuya dikir. Lê êdî ev bedewî bi erdê ziwa re bûye yek.

Bexçeyê Keşîş li jêrê Bazîd a kevn û li jorê Bazîd a nû bexçeyekî mezin ê şênkahî bû. Li gorî çîroka ku tê gotin di sedsala 16'an de derketiye holê û bi sedan salan li Anatoliyê li ser zimanan geriya ye, çîroka 'Kerem û Asli' li vî bexçeyê derbas bûye. Kerem ji Çiyayê Agirî derbas dibe, tê vê derê û li vir xwe digihîne Asli.

Li Bazîdê ya herêma Serhedê ku bi bedewiya xwezaya xwe tê naskirin, dema dawî xweza û mirov tên talankirin. Bi gotina "Eger ev rabin rojekê Qesra Îshak Paşa bikin qereqol, matmayî nemînin" gelê Bazîdê tirs û fikarên xwe tînin ziman. Bi taybetî, ya ku bi serê Bexçeyê Keşîş ê çar sed salî hatiye, bi serê tiştekî din nehatiye. Piştî ku bexçe bi temamî hate talankirin û ji holê hate rakirin, ev dîmen derkete holê. Li hemberî vê rewşê, nerazîbûn zêde dibe.

Sala 1987'an beriya biryara Desteya Wezîran ev herêm ji aliyê Desteya Parastina Milkên Xwezayî weke qada SÎT'ê hate ragihandin û parastin. Tevî vê yekê jî karsazê ku tabûya vî erdî di destê wî de bû, projeya çandina darên gûzê amade kir, pêşkeşî Wezareta Çandiniyê kir, wezaretê jî destûra da û bi vê projeyê re Bexçeyê Keşîş bi temamî tine bû.

KARAHAN: BANG LI HER KESÎ DIKIM KU BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE

Aktîvîstê Xwezayê Adem Karahan li ser mijarê axivî û bang li her kesî kir. Karahan anî ziman, talankirina xwezayê li Bazîdê êdî bi rengekî vekirî tê kirin û diyar kir, Bexçeyê Keşîş li pêş çavên her kesî hate tinekirin. Karahan got, "Der barê mijarê de em ê serî li dadgeriyê bidin. Nebaşiyeke mezin li me hemûyan, li navçeya me hate kirin. Dema ku em mijarê ji mûxataban dipirsin, ji me re dibêjin, 'meraqan nekin, em ê darên nû biçînin'. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."

ÇEV-DER: YA KU HATIYE KIRIN HOVÎTÎ YE

Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik destnîşan kir, ku ya hatiye kirin hovîtî ye. Kalçik ragihand, bi tinekirina Bexçeyê Keşîş re talaneke mezin a xwezayê hatiye kirin û anî ziman, ku ew li ser mijarê dixebitin û di demeke kin de agahiyê bidin raya giştî.

'REWŞA BEXÇEYÊ KEŞÎŞ NÊRÎNA HIKUMETÊ YA LI XWEZAYÊ NÎŞAN DIDE'

Aktîvîstê Ekogenç Cevahîr Yîgît Boke nerazîbûneke tund nîşanî tinekirina Bexçeyê Keşîş da û diyar kir, jinedîtî hatina vê yekê ji aliyê wezareta pêwendîdar ve, nêrîna hikumetê li xwezayê radixe pêş çavan.

Boke da zanîn, talankirin û tinekirina qadên xwezayî û cihên dîrokî tiştekî rasthatî nîne û got, "Ev yek, hewldanek ji bo tinekirina bingeha me ya çandî ye ku dixwazin me jê qut bikin. Êrîşa li dijî wêje, dîrok, çand û xwezaya me ye."