Îran û Tirkiyeyê di qetlîamên kar li pêşbaziyê de ne!

Îran û Tirkiye hem li herêmê û hem jî li tevahî cîhanê di nava welatên herî zêde qetlîamên karkeran lê diqewimin de cih digire.

Di van welatan de ku mafê karkeran û ewlehiya kar tine tê hesibandin, mirina karkeran li van welatan her sal mirina karkeran herzarî derbas dike.

Îrana ku qetlîmana kar metirsiyekî mezine li pêşiya jiyanê, dirûşmeya bingehîn ya karkeran 'destpêkê ewlehî, piştre kar' tê avêtin.

Di çend rojên dawî de, gelek qetlîmanên kar ku weke 'qeza' hatin binavkirin, hat jiyîn. Li bajarê Fariman di kargeha Pars-Cellulose a kartonan de 2 karker ji ber gazê jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Meşedê karkerekî 60 salî di îskeleya bînasaziya de ket û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên mûxalefetê li Tahranê di navbera meha Nîsan û Îlona 2016'an de, li gorî din li gorî dîrokekî ya Îranê di 6 mehên destpêkê de 238 karker jiyana xwe ji dest dabûn.

Li eyaleta ku weke Azerbaycana Rojhilat tê binavkirin, di heman demê de 64 karkaeran jiyana xwe ji dest dabûn û 1083 karker ji birîndar bibûn.

Di eyaleta Loristan a Rojava de 59 karker di navbera meha Nîsan û Îlona 2016'an de bûne qûrbanên qetlîamên kar. Di vê herêmê de ji ber qezayên kar mirinên kû çêbûne sedî 55 zêdehî çêbûye.

Li tevayî Îranê, di navbera meha Nîsan û Îlona 2016'an de, 800 karkerên kargehê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên fermî her sal 15 hezar kes di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin an ji birîndar dibin. Her roj, herî kêm 41 qezayên kar tê jiyîn. Ev ji dide nîşandan ku her roja 5 an 6 karker jiyana xwe ji dest didin.

Di sala bihurî de 2 hezar karker, ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van 1200 karker, karkerên kargehan bûn. Ev ji dide nîşandan ku sedî 60 karkerên kargehan in.

Rojnameya Fermî ‘Jahan Sanat' li Îranê mirinên nexweşiyên pîşeyê, 6 qat zêde bûye.

Li Îranê herî dawî, di 3'ê Gûlana 2017'an de li eyaleta Gulistan di kana madenê de teqînek çêbû û herî kêm 43 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li herêmê welatek din ên ku ewlehiya kar lê tine û gelek li paşe Tirkiyeye. Li gorî rêxistinên civaka sivîl ya tenduristiya kar û Meclîsa Ewlehiya Kar di sala 2016'an de herî kêm 1970 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 1682 karker û memûr, 288 jî baxçevan û dikandaran pêk tê. Bi pêkaninên Rewşa Awarte re qetlîmanên kar zêde bûne.

Meclîs ev qetlîamên kar wek raporek pêşkêşkir û wiha tê gotin; "Ji xwe rewşa karkirinê gelek xirab bû û niha xirab tir bûye. Bi îlankirina Rewşa Awarte re qetlîmanên kar, di sala 2016'an de sedî 9 zêde bûn. " Rapora tenduristiya kar û Meclîsa Ewlehiya kar ku di 4 mehên sala 2017'an de eşkere kirî rewşa xirab radigihîne ber çavan. Li gori raporê tenê di meha Nîsanê de herî kêm 145, di 4 mehên salê de jî herî kêm 586 karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî salên derbasbûyî rêjeya qetlîmanên kar gelek zêde bûye. Di 4 mehên sala 2013'an de 289 karker jiyana xwe ji dest dabûn û piştî van mirinan di salên piştî wê de, qetlîamên kar û mirina karkeran zêdetir bûye. Di 4 mehên sala 2015'an de 488, 2016'an de 595 karkeran jiyana xwe ji dest dane.