16 karkerên madenê ji ber nebûna ewlekariya kar mirin

Li navçeya Xizxêr a Sêrtê, li kana madenê ya Park A.Ş a Koma Cînerê, roja 17'ê Mijdara 2016'an di qezayê de 16 karker ji ber nebûna tedbîrên ewlekariya kar jiyana xwe ji dest dan.

5 meh beriya vê qezayê, qezayeke bi heman rengî rû da bû û tiştek bi kesî nehatibû. Lê belê derkete holê ku piştî vê qezayê kana madenê nehatiye kontrolkirin. Rojek piştî qezaya dawî, di kontrolê de bi hinceta ku ewlekariya kar a li kana madenê kêm e, kan hate girtin û 1080 karker ji kar hatin derxistin. Di rapora pisporan de derket holê ku yê bi qisûr karsaz bi xwe ye. Lê tevî vê yekê jî doz li xwediyê kana madenê nehate vekirin. 7 rêveberên şîrketê yên girtî jî ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.

Parlamentera HDP'yî ya Sêrtê Besîme Konca, li ser qeza li madenê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Xebatê Ziya Muezzînoglû kir û ragihand, tevî ku 5 meh berê qezayeke bi heman rengî rû daye jî, wezaretê li kanê kontrol nekiriye.

Konca ev pirs li Muezzînoglû kir:

"Kontrola herî dawî ya beriya karesatê kengî hate kirin? Agahiya we jê hebû ku li madenê erk û berpirsyariyên rêvebername û ewlekariya kar bi cih nehatiye anîn? Haya we jê heye ku piştî qezaya bi heman rengî ya 24'ê Tîrmeha 2016'an, karsaz berpirsyariyên Rêvebernameya Nirxandina Rîskê bi cih ne aniye?"

Konca her wiha bal kişand ser mexdûriyeta psîkolojîk û aboriyê ya 1080 karkerên ji kar hatin derxistin û pirsî ku wezaretê ji bo çareserikrina vê mexdûriyetê tiştek kiriye yan na?

Di bersiva Wezîrê Xebatê Ziya Muezzînoglû de jî hat ragihandin ku 18-22'ê Mijdara 2016'an kontrol hatiye kirin û hat gotin, di vê kontrolê de kêmasî hatine tespîtkirin û biryar hatiye dayin ku heta çareserkirina van kêmasiyan karê li vê kargehê were sekinandin.

Di bersivê de hat diyarkirin, ku ji bo lêkolînkirina sedemên qeza 5'ê Çileya 2017'an heyteke teftîşê hatiye şandin, lê li ser qeza 24'ê Tîrmeha 2016'an ti agahî nehate dayin.

Xuya ye, eger piştî qeza bi heman rengî ya 5 meh berê wezaretê kontrol kiribûya, wê 16 karkeran jiyana xwe ji dest nedabûna.