Rojnamevan Denîz Firat li cihê lê şehîd bûbû hate bibîranîn

Endamên Çapemeniya Mexmûrê li gel dayik û bavê Denîz Firat çûn cihê Denîz lê şehîd bûbû û bi merasîmekê ew bibîr anîn.

Di salvegera 6’an de rojnamevan Şehîd Denîz Firat bi tevlîbûna endamên çapemeniya Mexmûr li gel dayik û hevalên wê li cihê ku lê şehîd bûbû bi merasîmekê ew bibîr anîn.

Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir li ser erka xwe 8’ê Tebaxa 2014’an şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo di kesayeta Şehîd Denîz Firat şehîdên Çapemeniya Azad û hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre jî dayik û bavê Denîz Firat û li ser navê Çapemeniya Azad jî Fîlîz Bûdak axivîn.

Dayika Denîz Sûltan Yildiztan bibîr xist ku her sal li cihê ku Denîz şehîd ketî wê bibîr tînin. Dayik Yildiztan destnîşan kir ku li cihê ku şehîd Denîz şehîd ketiye darekî zeytûnê çandiye û got: “Ji wê rojê û heta îro ev dar hişk nebûye, ev jî tê wateya ku dara bi xwîna şehîdan bê avdan wê ti carî hişk nebe.”

Dayik Yildiztan bal kişand ser dorpêç û êrîşên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û diyar kir ku metirisiya belavbûna şewba vîrûsa korona heye û di girtîgeheke servekirî de ne. Dayik Yildiztan hevkariya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Bav Naîf Yildiztan jî diyar kir Şehîd Denîz Firat ne tenê şehîda malbatê ya hemû Kurdan e.

Li ser navê Çapemeniya Azad a Mexmûrê Filîz Bûdak jî axivî û di kesayeta şehîd Denîz de şehîdên Berxwedana Mexmûrê bibîr anî û got: “Di berxwedana Mexmûrê de me gelek hevalên xwe şehîd da. Yek ji wan jî Denîz e. Ji ber ku rastiya dijmin û berxwedana li vir li ser şopa heqîqetê radigihand bû hedefa êrîşan.”

Bûdak Denîz Firat weke sembola berxwedanê pênase kir û diyar kir ku ew ê şopdarê ked, çalakî û berxwedana Denizê bin.

Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.