No Pasaran

Fete de l’Humanite (Şahiyên Mirovahiyê) duh bi axaftina Sekreterê Giştî yê Partiay Komunîst Pîerre Lauêrnt û şandiya Kurd a ji Rojva, Şengal û çar parçeyên Kurdistanê li ser dika navendî, bi dawî bû.

Fete de l’Humanite (Şahiyên Mirovahiyê) a sê rojan li Parka La COûrneûve ya Parîsê pêk hat, duh bi axaftina Sekreterê Giştî yê Partiay Komunîst Pîerre Lauêrnt û şandiya Kurd a ji Rojva, Şengal û çar parçeyên Kurdistanê li ser dika navendî, bi dawî bû.

Roja Yekşemê, mêvanên rûmetê yên Fete de l'Humanîte derketin ser dika navendî. Di destpêkê de xebatkarên kovara Charlîe Hebdo ya li êrîşê rast hat û malbatên wan derketin ser dikê. Di axaftina li ser navê kovarê de ev gotina xebatkarê kovarê yê hat kuştin Stephane Charbonnîer hat bibîrxistin: Li şûna bi serîtewandinê re bijîn, ez mirina bi serbilindî tercîh dikim. Li dû axaftina xebatkarên Charlîe Hebdo, bi coşeke mezin bang li dengê berxwedanê Rojava, Kobanê, Şengal û Kurdistanê hat kirin.

Pêşkêşvanê li ser dikê bi gotina, "Ji niha ve dengê çekên we dibihîzim; niha jî em bang li şandeya Kurd a li Kobanê, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi jin û mêr li dijî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe dide, dikim" û şandeya Kurd derket ser dikê. Sînem Mûhammed, Leyla Boran, Hevseroka CDK-F Cemîl Renklîçay, Suleyman Çarnewa, Seroka Komeleya Piştgiriyê ya Kurdistan-Fransayê Sylvîe Jan û nûnerên saziyên Kurd li ber çepikan derketin ser dikê.

Lis er navê şandeya Kurd Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed peyivî û got, "Li Kobanê çekên me kêm bûn. Bi jin û mêr me bi baweriyeke mezin şer kirin. Dibe ku çekên me kêm bûn, lê belê li pişt me hêza we hebû. Em li wir weke Kurd hebûn. Lê belê me ji bo nirxên mirovahiyê şer kirin. Kobanê bajarokekî biçûk e, lê bi berxwedana xwe re nîşan da ku dikare cîhanê biguherîne. Kobanê li ser navê tevahiya mrovahiyê, destûr neda faşîzm û barbariyê. Niha em dîsa dibêjin no-pasaran, destûr jê re nîne. Yên li ser navê mirovahiyê li ber xwe didin, wê bi ser bikevin." Her hevoka axaftina Sînem Mûhammed bi çepikan hat pêşwazîkirin. Sînem Mûhammed bi gotina "Me bi hev re rizgar kir, em ê bi hev re ava bikin" dawî li axaftina xwe anî. Piştre Suleyman Çarnewa ji bo girseya gel strana "Roj baş gerîla" got.

Sekreterê Partiya Komunîst Pîerre Laûrent jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Em bi rûmet û serbilind in ku malovaniyê ji şandiya Kurd re dikin. Ji vê derê, em hemû şervanên jin û mêr ên li wê derê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin, silav dikin."

Laûrent di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bûyer û qewimînên li Kurdistanê bi taybetî li Cizîrê û got, "Eger Birêz Hollande dixwaze şer bidawî bibe, divê beriya her tiştî bes destekê bide Erdogan ê li dijî Kurdan dest bi êrîşên tinekirinê, kiriye."

Di roja sêyemîn a Fete de l'Humanite de, li ser mijarên şer, krîz, ekolojî, perwerde, tenduristî û stargehê, li binê gelek konan panel û çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya şahiyên sê rojan ên heta derengiya şevê dewam kirin de zêdeyî nîv mîlyon mirov ketin nava qada festîvalê.

Li qada şahiyê ji hemû welatan tevgerên civakî û polîtîk stand vekirin. Îsal ji Kurdan re jî cihekî berfireh hat veqetandin. Rojeva bingehîn a gelek rojnamevan, nivîskar û siyasetmedaran, rewşa li Kobanê, Rojava, Şengal, gelemperiya Kurdistanê û êrîşên li hemberî HDP'ê bûn.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi 2 standan, HDP'ê jî bi standekê cihê xwe li qada festîvalê girtin.

Li binê konê CDK-F de, di bin serenavê kampanya azadiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji nû ve avakirina Kobanê, tevgera jinên Kurd, şer û gelek mijarên din de hevpeyvîn û semîner hatin lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser mijara konfederalîzma demokratîk stand vekir. Her wiha zarokên Şengal û Kobanê jî ji bîr nekir. Di tevahiya festîvalê de ji bo wan alîkarî kom kir.

Kolektîfa Jinan a Piştgiriya bi Kobanê re ku di dema şerê Kobanê de ji aliyê jinên Kurd, Ereb, Tirk, Fransayî, Latîn-Amerîkayî ve hat avakirin, stand vekir û proejyên jinan ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê parve kirin.

Şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di festîvalê de nehatin ji bîr kirin. Navên her sê jinan li kolaneke qada şahiyê hatin kirin.

Di sê rojên şahiyan de, rewşa li çar parçeyên Kurdistanê her di rojevê de bû. Ne tenê li standên Kurdan li gelek standên din dostên Kurdan li ser mijarê axivîn.

...