Mannheimê silav li Cizîrê kir
Kurdên Mannheîmê û dostên wan berxwedana Cizîrê silav kirin.
Kurdên Mannheîmê û dostên wan berxwedana Cizîrê silav kirin.
Kurdên Mannheîmê û dostên wan berxwedana Cizîrê silav kirin.
Li pêşiya gara trenê ya bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM), Yekîtiya Hêzên Demokratîk û pêkhateyên HDP’ê berxwedana Cizîrê silav kirin.
'AKP’E WÊ CAREKE DIN JÎ TÊK BIÇE'
Berdevka Koordînasyona HDP’ê ya Mannheîmê Cano Yildiz di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya AKP û DAIŞ’ê û got ku pêvajoyek Kobanê ya duyemîn heye. Yildiz destnîşan kir ku bi tecrûbeyên Tevgera Azadiya Kurd, çi zilm û zor heye wê têk biçe û jiyaneke azad wê bê avakirin. Yildiz hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî anî ziman û got ku AKP’e wê careke din jî têk biçe.
Di çalakiyê de, girseyê dirûşmên ,“Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Rêber Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Cizîrê û HDP’ê” gotin.
Nûnerên AGÎF, ATÎK, NAV-DEM, ADG, ADHK, DEÎ LÎNKE û ser navê DKTM a Mannheimê jî Halîs Dogan axivîn.
Di axaftinan de peyamên piştevanî û têkoşîna hevpar hate dayîn û komkujî hatin lanetkirin.
Bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn, peyama “Rê ji dîktatortiya AKP’ê re tineye” dan.