Li Wanê mirina çûkan zêde dibe

Li herêmên avî yên Erçek û Çelebaligi yên ku li Gola Wanê nêzî 232 cûreyên çûkan hene, mirina çûkan a li van cihên avî dewam dikin. Li gorî hawirdarparêzan sedemê vê birîna bisazan û ava binesaziyê ye.

Li Wanê qazên spî û Flamîngoyên ku ji cihên cuda koçî her herêmê dikin jî di nav de xwedîtiyê li sedan cûreyên çûkan dike. Tevî vê jî li navçeya Erdîş a Wan û peravên Gola Wanê li bisaz li Taxa Kasimbagiyê kuştina çûkan zêde bûye.

Bisaza Kasimbagi ya di serî de ji bo hilberîna Yeşîlbaş, Kaşibûrnû, Elmabaşi û Angût di nav de marti, Flamîngo û çûlûk û qada jiyanê ye mirina çûkan kêm nabe. Li navçeya Artemêtan, Erdîş û deverên din bi birîna sazbiran a ji aliyê qeyûmêan ve yek ji sedemê herî zêde yê mirina çûkan e. Qeyûm ji ber îdîaya li peravan kes tên betlaneyê hemû bisaz birîn. Şaredariyên qeyûm ên hemû bisaz bi axê tije kirin,bû sedem ku ziyanê bidin dewlemendiya xwezayê.

AVA BINESAZIYÊ QETIL DIKE

Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Seher Kadîroglû Ateş têkildarî mijarê agahî da û li Çelebîbagi û Erçekê ya li peravê golê cihê jiyanê yê 450 cûreyên çûkan ku ji van 230 yên ji Kurdistan û Tirkieyê koç dikin in. Li gorî Ateş; her salê rêjeyek diyar a çûkan dimirin, yek ji sedemê vê yê sereke berhemên şirket û kargehan ên kîmyewî bê ku bên paqîjkirin û komkirin berdana nava golê ye. Ateş got: “Bisaz û qadên avî yên li derdorî golê qadekî ya jiyanê ya çûkan û sîstema ekolojiyê ye, ji ber ku ev qad nêzî golê ne bi temamî tê qirêjkirin. Çûkên ku li vir dijîn bi mirinê re rû bi rû ne. Heta ku gol neyê paqîjkirin wê mirina çûkan dom bike.”