Destketiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bidestxistina parçreyek ji xakê wêdetir veguheriye şênberiya ruhê berxwedana mirovahiyê, lêgerîna azadiyê û têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet. Ev destketî bi fedakariya gelan ku bi sedan sal in zilm lê tê kirin û bi xwîna şehîdan ava bûn; bûn temsîla mîrateyekê ku paşerojê ronî dike.
Şehîd di kêliyên herî tarî yên şoreşê de ku hêvî li ber tinebûnê bûn, bûn ew leheng ku bi wêrekî li ber xwe dan û navê xwe li dîrokê nivîsandin. Fedakariya wan rêya azadiyê ji gelan re afirand. Bi saya têkoşîna fedakarî ya şehîdan mirov careke din bi hêvî bûn, baweriya wan nû bû û daxwaza jiyanê bi dest xistin.
Dilên ku di tarîtiyê de asê mabûn, bi saya berxwedana şehîdan ji nû ve ronî bûn; li vê xakê dawî li binpêkirina rûmeta mirovahiyê hate anîn. Her şehîdek bû temînata nirxên gerdûnî û destketiyên hevpar ên mirovahiyê.
Ev şoreş bi rengê peydakirina nasnameya xwe ya gelekî û weke têkoşîneke azadiyê bi pêş ket. Dîroka ku bi xwîna şehîdan hate nivîsandin niha ji bo nifşên heyî û paşerojê veguheriye manîfestoyeke berxwedanê. Ew bûn nîşaneya hêviyê ku di bin zilmê de şîn bûn; ev lehengên ku bi eşqa azadiyê şewitîn, ji bo serxwebûna gelan şer kirin û mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Xwedîderketina li vê mîrateyê, bîranîna fedakariya wan, xwedîderketina li armancên wan veguherî berpirsyariya herî mezin. Ji bo fedakariya şehîdan neyê jibîrkirin û li vê xakê azadî bê mayindekirin divê têkoşîn bê meşandin.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo tinekirina vê rastiyê bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi van êrîşan tê xwestin, hêvî, armanc û lêgerîna azadiyê ya gelan bê tinekirin. Ji bo yekîtî, piştevanî û berxweedana hevpar a gelan bê lawazkirin êrîşên giran têne kirin. Lê belê rastî di binê zextê de jî şîn dibe û berxwedana gelan li hemberî êrîşên tarî dewam dike.
'EM NATIRSIN, EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN'
Ji 8'ê Kanûnê û vir ve êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê dewam dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryardariyeke mezin ji bo parastina xak, av û bendava xwe di 8'ê Çileyê de ketin nava liv û tevgerê. Bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana şervanên YPJ û QSD'ê gel bi rê ket, bi rengekî konvoyê gihîşt Tişrînê. Di vê meşa bi heybet de ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, ji her temenî mirov hebûn.
Ev konvoya ku li ber dirûşmên berxwedanê bi pêş ve çû, careke din raxist pêş çavan ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku bi saya şehîdan azad bû bi daxwazeke çawa tê parastin. Yek ji beşdarên vê konvoyê ku xwe gihand Bendava Tişrînê Emel Hesen Botî ye. Hevserê wê Mehmûd Kobanê li çiyayê Kezwana şehîd bû. Emel Hesen dayika sê zarokan e û li gel zarokên xwe ji bo parastina Bendava Tişrînê li gel şervanan di nobedê de ye.
Emel Hesen li ser hebûna xwe ya li Tişrînê got, "Weke hevjîna şehîdekî bi sê zarokên xwe 2 roj in li Bendava Tişrînê me. Ji bo parastina bendav û xaka xwe em li vê derê ne. Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana şervanên QSD'ê em hatin vê derê. Bendava Tişrînê bi xwîna şehîdên me azad bû. Îro ew roj e ku ji bo xwedîderketina li xaka xwe em li ser şopa şehîdan bimeşin. Dewleta Tirk gelek caran êrîşî konvoyê kir, lê belê em netirsiyan; me rêya xwe dewam kir, ji biryardariya xwe venegeriyan. Êrîş hîn jî dewam dikin lê belê em natirsin. Bi saya hevrêyên xwe yên ku îro li eniya pêş şer dikin em li vê derê ne û hêzê didin berxwedana QSD'ê. QSD hêzê ji me werdigire."