Li dijî wesayita komîserê TEM'ê yê li Mêrdînê çalakî hate kirin

HBDH'ê ragihand ku li dijî wesayita komîserê TEM'ê yê Mêrdînê çalakiyek lidar xistine.

Li gorî daxuyaniya HBDH Kurdistan agahiyên li ser çalakiyê wiha ye: "2'ê Gulana 2021'ê li Mêrdînê li taxa 13 Martê, wesayita taybet a komîserê TEM'ê yê Mêrdînê Ayhan Îkîzdere ya bi plaqeya 33 AY 545 ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin. Gelek arkuj û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû."