Kara: Ji ber têkçûna DAÎŞ’ê, hêrsa Erdogan a li hemberî Kurdê bi rûmet zêde bûye

Yûsif Kara da zanîn ku serokomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan dixwaze ku bi êrîşên hewayî yên li ser Mexmûrê û gefên ku li Rojava dixwe, tola têkçûna DAÎŞ’ê hilîne û got: “Îradeya ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirî, wê li dijî faşîzma Erdogan jî şer bike.”

Dema ku 6’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) kirîn, Gerîlayên YJA-Star û HPG’ê û Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê li pêşiya wan bûn asteng. Bi vê berxwedanê pêşiya êrîşa li ser Mexmûrê hatibû girtin û her wiha ev berxwedan ji bo girtina herêmên weke Hewlêrî jî bûbû asteng.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku tola têkçûna DAÎŞ’ê ji gelê Kurd bigire, bi rojan Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û her wiha ji sala 2017’ê û vir ve jî gelek caran bi balafiran Wargeha Mexmûrê bombebaran kiriye. Têkildarî têkçûna DAÎŞ’ê û li hemberî vê yekê helwesta Dewleta Tirk a dagirker, Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara ji ANF’ê re axivî.

‘EV ARTÊŞA ÇETEYAN DI BIN SÎWANA ERDOGAN DE AVA BÛYE’

Yûsif Kara di destpêka axaftina xwe de îşaret bi hewldana DAÎŞ’ê ya tirsandin û belavkirina civakan kir û wiha got: “Wekî ku me berê jî digot, ev artêşa çeteyan di bin sîwana Erdogan de ava bûye. Ango Erdogan ji avakirina vê rêxistina tundrew dûr nîne û ev jî bû sedem ku di Iraqê de bi awayek pir bi lez pêş bikeve û belav bibe. Dema ku 3’ê Tebaxê ew qirkirina nemerdane li Şengalê pêk anîn, ev jî bû sedem ku di giştî erdnîgariyê de bandorekî çêbike. Gelek artêşên ji der ve digotin ku tunekirina van ne gengaz e.”

‘BI HATINA HÊZÊN TEVGERA AZADIYÊ RE, BAWERÎ Û ÎRADEYEK AVA BÛ’

Kara diyar kir ku di dema êrîşa DAÎŞ’ê de, hêzên leşkerî yên PDK’ê bi peymaneka ku bi wan re çêkirî reviyan, yan jî heta radeyekî xwe paş de vekişandin û wiha pêde çû: “Kesên zarok, kal û nexweş ji wargehê hatin derxistin. Çawa ku Hêzên Tevgera Azadiyê hatin van herêmên ku DAÎŞ tê de, hem di nava şêniyên wargehê de, hem jî di nav xelkên ji der ve de bawerî û îradeyek çêkir. Girêdayî vê yekê jî her kes bi hemû derfetên xwe, ji bo derxistina DAÎŞ’ê ya ji herêmê sefer bû. Lê belê divê mirov vê yekê vekirî bêje ku eger ne bi saya Hêzên Parastina Gel bûya, wê DAÎŞ’ê heta Hewlêrê jî dagir bikira.”

‘TEVGERA AZADIYÊ BI CIWANÊN WARGEHÊ Û HPC’Ê RE LI DIJÎ DAÎŞ’Ê OPERASYON KIRIN’

Her wiha Kara di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi saya Hêzên Têkoşîna Azadiyê di nava çend rojan de çeteyên DAÎŞ’ê ji herêmê hatin paqijkirin û bi vê yekê re xelkên li herêmên din jî vegeriyan xaka xwe. Tevgera azadiyê bi ciwanên li vir û Hêza Parastina Cewherî (HPC) a Wargehê re heta Baqirtê, Sûltan Ebdula û erdnîgariya jêrî li dijî DAÎŞ’ê operasyon kirin û çeteyên DAÎŞ’ê têk birin û bêbandor hiştin. Ji wê rojê heta îro tedbîra ewlekariyê ya vê herêmê çêbûye.Ji sala 2014’an û şûn ve gelek caran hewl dan bi rêbazên cuda cuda êrîş bikin û dixwestin bikevin nava wargehê. Lê bi saya gerîlayên HPG û YJA-Starê, komên çeteyan ên ku xwe li çiyayê Qereçox rêxistin kirîn, bê bandor hatin hiştin. Dibe ku me şehîd dabin, lê di wan deman de gelek çete ji aliyê ciwanên wargehê ve hatin kuştin.

Di roja îro de jî metirsiyên DAÎŞ’ê li ser wargehê heye. Berî demekê dewleta Iraqê xwestin bi hêzên herêmê re, li çiyayê Qereçox li dijî DAÎŞ’ê operasyonekê bidin destpêkirin. Lê li gor şopandinên me jî di operasyonê de ne teqîn, ne jî şerek dijwar û ango wisan tevgerek bi hêz yan jî hewldanek ji bo tunekirina çeteyên DAÎŞ’ê yên ku xwe li şkeftên çiyayê Qereçox bi cih kirî çênebûye.”

‘JI BER TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê, HÊRSA ERDOGAN A LI HEMBERÎ KURDÊ BI RÛMET ZÊDE BÛYE’

Kara destnîşan kir ku bi destê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ê xwedî rûmet, DAÎŞ hat şkandin û wiha pêde çû: “Ji ber wê roja îro dewleta Tirk a faşîst dixwaze tola wê ji me bigire. Ango eger ji 2017’ê û vir ve, bi awayek nemerdane êrîşên hewayî li ser wargehê tên pêkanîn. Eger roja îro li seranserê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê, dewleta faşîst bi hêzên hevkar re li dijî hêzên ku mirovahî parastin û ji bo parastina gel bi hezaran berdêl dan, şerekî topyekûn dabin destpêkirin, ev yek tolhildanek a têkçûna DAÎŞ’ê ye. Rojek nîne ku Rojava neyê bomberankirin, lê hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê tu bertek nîşan nedaye. Girêdayî vê yekê jî ji ber têkçûna DAÎŞ’ê, hêrsa Erdogan a li hemberî Kurdê bi rûmet zêde ye. Eger mirov têkçûna DAÎŞ’ê û helwesta Erdogan a li hemberî vê yekî bîne beramber hevdu, wê mirov vê yekê bi awayek eşkere bibîne. Erdogan bi gefên ku niha li Rojava dixwe, dixwaze cardin çeteyên xwe yên perwerdekirî li Minbic, Efrîn, Serêkaniyê û wan deran ku bi xwîna şehîdên Rojava hatiye rizgarkirin, bi cih bike. Îradeya ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirî, wê li dijî faşîzma Erdogan jî şer bike.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara di dawiya axaftina xwe de, bang kir ku divê mirov li hemberî van çeteyên ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatîn çêkirin, timî hişyar be û di aliyê ewlehiyê de xwe baş rêxistin bike.