Ji HDP'ê peyama ji bo Cejna Qurbanê

Hevserokên HDP'ê Cejna Qurbanê pîroz kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşandin.

Hevserokan gotin, "Em Cejna Qurbanê di rojên gelekî zehmet û dilşewat de pêşwazî dikin. Ji ber hêrs û daxwaza desthilatdariyê her roj ciwan jiyana xwe ji dest didin û agir bi dilê malbatan dikeve. Tovên nefretê di navbera gelên me de tên çandin. Erdnîgariya beşerî ya Rojhilata Navîn jî, li hemberî artêşên barbaran ên tabloya şerma mirovahiyê ne û li dijî hêzên desthilatdar ên benê van artêşên barbar di destê wan de ye, têkoşîna man û nemanê dimeşîne."

'EM Ê AŞTÎ, BIRATÎ, EDALET Û WEKHEVIYÊ BÎNIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Erdnîgariya me ku diviyabû baxçeyê bawerî û gelan bûya, veguheriye xelekek ji agir. Ji bo erdnîgariya me Cejna Qurbanê beriya her tiştî tê wateya aştî û biratiyê. Tê wateya; li şûna dijminatiyê dostanî, piştevanî û hembêzkirinê. Tê wateya hevparbûna êşa mirovan.

Bi wesîleya Cejna Qurbanê, em hêvîdarin ku hemû duayên li erdnîgariya me û çar aliyên cîhanê ji bo aştî û biratiya gelan tên kirin werin qebûlkirin û em peyama xwe ya aştî û biratiyê dişînin ji tevahiya gelên cîhanê re.

Daxwaz û têkoşîna me ji bo wê yekê ye; ku cewhera cejnê aştî, biratî û piştevanî li her qada jiyanê serdest be, li şûna şerê roj bi roj giran dibe, aştiyeke wekhev bi cih bibe.

Gelên me eger dest bidin hev, em ê aştî, biratî, edalet û wekheviya ku ev erdnîgarî hesreta wê dikişîne û heq dike, bînin. Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Qurbanê li gelên xwe û tevahiya alema Îslamê ji dil pîroz dikin."