Egîtîm Sen banga boykotê li xwendekaran kir

Şaxên Egîtîm-Sen ên Amedê piştgirî dan bangewaziya boykota dibistanan ya KCD'ê û bang li hemû xwendekar û malbatan kirin ku neçin dibistanan.

Şaxên Egîtîm-Sen ên Amedê piştgirî dan bangewaziya boykota dibistanan ya KCD'ê û bang li hemû xwendekar û malbatan kirin ku neçin dibistanan.

Şaxên Egîtîm-Sen ên Amedê derbarê daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî û boykota dibistanan li avahiya sendîkayê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Senê Dîlek Adsan daxuyanî da û balê kişand ser rewşa şer a Kurdistanê.

Adsan, pergala perwerdehiya AKP'ê jî rexne kir û got civak bi feraseta "yek ol, yek ziman, yek mezhep" tê perwerdekirin. Adsan, balê kişand ser zarokên ku bi Tirkî nizanin û dest bi dibistanan dikin û got zimanê zikmakî ji bo zarokan wek nan û av pêwîst e.

Adsan diyar kir ku wek Egîtîm-Sen piştgiriya biryara boykota dibistanan a KCD'ê dikin û vê bangê kir:" Em jî zarokên xwe naşînin dibistanan. Em bang li hemû xwendekar û malbatan dikin ku piştgirî bidin boykotê."