'Divê welatên Yekîtiya Ewropa bi mîlyonan penaberan qebûl bikin'
Koordînatora Îdarî ya MULTECÎ-DER Piril Erçoban diyar kir ku pirsgirêka penaberan, bi tenê bi vekirina sînorên Tirkiye yan jî welatên cîran re çareser nabe.
Koordînatora Îdarî ya MULTECÎ-DER Piril Erçoban diyar kir ku pirsgirêka penaberan, bi tenê bi vekirina sînorên Tirkiye yan jî welatên cîran re çareser nabe.
Koordînatora Îdarî ya MULTECÎ-DER Piril Erçoban diyar kir ku pirsgirêka penaberan, bi tenê bi vekirina sînorên Tirkiye yan jî welatên cîran re çareser nabe û destnîşan kir, ku di serî de welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) divê hemû welatên din, di asteke cidî de penaberan qebûlbikin.
Koordînatora Îdarî ya Komeleya Piştgiriya bi Penaberan re (MULTECÎ-DER) Piril Erçoban ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku dema li rewşa penaberên li Tirkiyeyê tê temaşekirin, tê dîtin ku penaber bûne du parçe. Yek jê penaberên Sûriyeyî, parçe din jî penaberên ji welatên din hatine. Erçoban diyar kir ku li gorî qeydên fermî 2 mîlyon Sûriyeyî, 150 hezar Iraqî, Afganîstanî, Îranî û penaberên ji welatên din hatine. Erçoban da xuyakirin, ku penaberên ji welatên li derveyî Sûriyeê tên, li gorî prosedura parastinê ya navneteweyî bi awayekî şexsî serlêdanê dikin û piştî nirxandina dosyayên wan yek bi yek, biryar tê dayîn dikarin penaber bin an na. Erçoban got, "Ji bo penaberan çareseriyên mayînde gelekî girîng in. 3 çareseriyên mayînde hene. Ya yekê; avabûna şert û mercên guncaw li welatê jê hatine ku karibin vegerin, ya yekemîn; li welatê xwe lê girtiye bi qanûnan re derfet ji wan re were dayîn ku karibin ji hemû mafên civakê sûdê werbigirin, ya sêyemîn; li welatekî din werin bicihkirin. Li Tirkiyeyê entegrasyona herêmî nîne, derfet nayê dayîn ku karibin bibin welatî. Ji ber vê yekê li welatekî din tên bi cih kirin. Lê belê niha hejmara kota ya bicihkirinê gelekî kêm e. Her kes nikare bên bicihkirin. Di nava heft salan de dikare heyşt hezar kes werin bicihirin. Hejmara yên serî li Neteweyên Yekbûyî dane; derdora du sed hezarî ye. Ewqas kes bi hêviyekê disekinin; lê belê bicihkirina wan wê ne pêkan be."
'PÊWÎSTE HEJMAREKE CIDÎ PENABER BÊN QEBÛLKIRIN'
Erçoban diyar kir ku pirsgirêka penaberan, bi tenê bi vekirina sînorên Tirkiye yan jî welatên cîran re çareser nabe û destnîşan kir ku divê vîneke cidî û samîmî ya pir alî were nîşandan. Erçoban diyar kir ku bi hiştina hemû berpirsyariyan ji Tirkiye, Lubnan û welatên cîran re êdî ev pirsgirêk çareser nabe û got, "Ev yek gelekî dirêj bû, dem kêm maye. Ji bo qedandina şer, ji bo sererastkirina rewşa li herêmên şer, vîneke gelekî cidî ya siyasî ya navneteweyî divê. Ji bo rewşa li welatên cîran pêwîstî bi piştgiriyeke dikare zextê kêm bike, heye. Ne polîtîkayên marjînalîzekirina penaberan, pêwîstî bi polîtîkayên ku penaberan bi ahengiyekê re di nava civakê de bi cih dike, heye. Di serî de welatên endamê Yekîtiya Ewropayê, pêwîste hemû welat di asteke gelekî cidî de penaberan qebûl bikin."
'DIVÊ BI RÊYÊN QANÛNÎ Û EWLE RÊWÎTÎ BI PENABERAN BÊ KIRIN'
Erçoban destnîşan kir ku divê hejmara qebûlkirina penaberan ne deh hezaran an sed hezar be, divê bi mîlyonan be û axaftina xwe wiha dewam kir: "Her kes ji bo Elmanya li çepikan dixe, belê ya ku Elmanya dike piştgiriyek cidî ye; lê kêm e. Îro Ewropa hewl dide di nava kotayekê de 160 hezar penaberan li nava welatên endam de bi cih bike. Lê belê bi tenê li Tirkiyeyê 2,5 mîlyon penaber hene. Ev li ku, hejmara tê qebûlkirin li ku ye. Ji ber vê yekê divê hejmara penaberên tên qebûlkirin gelekî zêdetir bibin. Berî ku penaber ji neçarî bikevin ser rêyên qaçax û bi rîsk pêwîste derfet ji wan re were dayîn ku bi rêyên qanûnî û ewle bi rê bikevin."
'HEJMARA MIRIYAN DIBE KU BIGIHÊJE SED HEZARAN'
Erçoban anî ziman ku ya diqewime rewşeke ji krîzê jî wêdetir e û bibîr xist ku mirov ne tenê ji şer, ji birçîbûn û xizaniyê jî direvin. Erçoban got, "Eger yên divê werin kirin bi lez û têrkerî di dema pêş de neyê kirin, dibe ku bi sed hezaran mirov ji ber şer û birçîbûnê bi mirinê re rû bi rû bimînin. Şewateke lê tê temaşekirin, eger neyê vemirandin wê banorê li her kesî bike. Bi mezinbûna şewatê re wê zerara wê jî mezin bibe."