Dewleta Tirk navberê nade dijminatiya li Kurdan!

Di demekê de ku dinya li hemberî vûrîsa korona têdikoşe, desthilatdariya AKP-MHP'ê li Kurdistanê dest bi operasyonên nû yên leşkerî kir, dest datîne ser şaredariyên HDP'î û çalakî û xwepêşandanan qedexe dike.

Vîrûsa koronayê jî têrê nekir ku hikumeta Tirk navberê bide dijminatiya xwe ya li Kurdan. Mîna li tevahiya dinyayê li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd li dijî şewba vîrûsa koronayê li gorî derfetên xwe têdikoşe.

Şaredariyên HDP'î ji bo pêşî li belavbûna vîrûsê bigirin bênavber dixebitin. Hikumeta AKP'ê heta niha li dijî şewbê li bajarên Kurdistanê ti tevdîr negirtiye.

Bi taybetî bi sedan penaberên ji Îranê tên Wanê û bajarên herêmê, di kontrola tenduristiyê re nayên derbaskirin ku ev yek rîska belavbûna vîrûsê zêde dike. Ev rewş ji bo penaberan jî rîskeke mezin e.

Rojeva tevahiya dinyayê vîrûsa korona ye, lê belê dewleta Tirk tenduristiya gel daniye aliyekî di serî de Şaredariya Êlihê dest danî ser 8 şaredariyên HDP'î. Rejîmê qîma xwe bi vê jî neanî û li Kurdistanê herêmên nû yên qedexe ragihand, dest bi operasyonên leşkerî kir û qedexeya çalakî û xwepêşandanan dewam dike.

AKP'ê ji 23'ê Adarê û pê ve li 16 gund û gundikên navenda Bedlîsê derketina derve qedexe kir. Li gund û gundikên navborî dest bi operasyona leşkerî kir.

Qedexeya li Wanê ku ji sala 2016'an ve dewam dike, di pêvajoya vîrûsa koronayê de jî dewam kir. Bi rengekî otomatî ji 24'ê Adarê heta 7'ê Nîsanê dema qedexeyê hate dirêjkirin.

Li Colemêrgê qedexeya ku 250 roj in di pratîkê de ye, dwam dike.