Dayikên Şemiyê: 12’ê Îlonê 35 sal in didome

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin cara 546'emîn li Liseya Galatasarayê hatin cem hev

Dayikên Şemiyê di hefteya 546'emîn a lêgerîna edaletê de kesên ku di îşkencexaneyên rejîma 12'ê Îlonê de hatin windakirin bi bîr anîn û diyar kirin ku îro li Tirkiyeyê pêkanînên ku 12'ê Îlonê derbas dike hene û wiha axivîn: "Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê rejîma 12'ê Îlonê bê tasfiyekirin. Ên ku dewletê bi rê ve dibin heta ku xwedî li mîrateya 12'ê Îlonê derkevin 12'ê Îlonê jî wê bijî."

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin cara 546'emîn li Liseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" hate vekirin de wêneyên kesên hatine windakirin û qurnefîl hatin wergirtin. Di çalakiya vê hefteyê de Cemîl Kirbayir, Huseyîn Morsumbul, Hayrettîn Eren, Mahmût Kaya, Nûrettîn Yedîgol, Nûrettîn Ozturk, Zekî Altûnbaş, Veysel Guney, Suleyman Cîhan, Maksût Tepelî yên di îşkencexaneyên rejîma 12'ê Îlonê de hatin windakirin hatin bibîranîn û aqûbeta wan hat pirsîn.

'EV ŞERÊ QIRÊJ WÊ BI SER NEKEVE'

Di çalakiyê de destpêkê birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir axivî û 12'ê Îlonê wek "rojeke reş" bi nav kir. Kirbayir wiha got: "Li ser qetilkirina Cemîl 35 sal derbas bû. Ji bo birayê xwe min emrê xwe da edalet û azadiyê. Lê feraseta 12'ê Îlonê bi hemû tarîtiya xwe ve didome. Di vî şerê qirêj de kesek bi ser nakeve."

Piştre birayê Nûrettîn Yedîgol, Mûzaffer Yedîgol axivî. Yedîgol jî destnîşan kir ku feraseta 12'ê Îlonê birîneke ku qalik negirtiye û ev wiha berdewam kir:"Niha jî em rojên ku 12'ê Îlonê tînin bîra mirov dijîn. Şer didome. Êdî em bi xwînê bersivê nedin xwînê. Em hemû di nava aştiyê de bijîn. Ji bo aştiyê bila hemû kes dengê xwe bilind bike."

'GELEK KENAN EVREN HENE'

Xwişka Hayrettîn Eren, Îkbal Eren jî bilêv kir ku piştî 12'ê Îlonê ew ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin bi dehan sal in têkoşîna xwe didomînin û nirxandina "Lê me dît ku gelek Kenan Evren hene" kir. Eren bang li kesên ku aştiyê dixwazin kir û gotina "Ji bo derbaskirina van birînan em dest bidin hev" bi kar anî.

'EM DI SALÊN 90'AN DE LI HESTIYAN DIGERIYAN NIHA CENAZE DI SARINCAN DE TÊN VEŞARTIN'

Birayê Hayrettîn Eren, Farûk Eren jî diyar kir ku faşîzma 12'ê Îlonê bi qedexeya derketina kolanan ve destpê kir û ev qedexe li Cizîrê berdewam dike. Eren wiha axivî. "Xizmên kesên ku di salên 90'an de ji bo defin bikin li hestiyan digeriyan, niha jî li Cizîrê xizmên windahiyan ji ber ku nikarin cenazeyên xwe defin bikin di sarincan de vedişêrin." Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyê ji aliyê mirovên Şemiyê Umît Tekay Dîşlî ve hate kirin. Dîşlî lanet li darbeya 12'ê Îlonê barand û got ku ji ber ku bi hovîtiyê re hevrûbûn çênebûye, hovîtî heta îro jî hatiye.

Dîşlî ev tişt anî ziman: "Rejîma12'ê Îlonê, bi terora dewletê û nêzîkatiya faşîzan ve bi pêkanînên ku qestî jiyana zarokên me dike, bi îdeolojiya ewlehiya neteweyî ve, bi Qanûna Desteya Ewlehiya Neteweyî û payeyên serokkomar ve berdewam dike." Dîşlî destnîşan kir ku AKP’e bi pêkanînên xwe yên 8 rojan ên li hember Cizîrê 12'ê Îlonê derbas kiriye û wiha got: "Îro li Cizîrê, ne tenê Cizîrî, hemû nirxên mirovahiyê di bin piyan de ne. Di şexsê bijarteyan de siyaseta demokratîk di bin êrîşê de ye. Me got û em ê bibêjin jî. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê rejîma 12'ê Îlonê bê tasfiyekirin. Yên ku dewletê bi rêv e dibin heta ku xwedî li mîrateya 12'ê Îlonê derkevin wê 12'ê Îlonê bijî."

Dîşlî herî dawî jî diyar kir ku divê aqûbeta kesên li îşkencexaneyên 12'ê Îlonê hatine windakirin bê aşkerakirin û kiryar bên darizandin.