Çalakiya kon a Hannoverê di roja 3. de ye

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi armanca silavkirina îlana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê çalakiya kon pêk tê.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi armanca silavkirina îlana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê çalakiya kon pêk tê.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, ev sê roj in çalakiya kon pêk tê. Gelek kesan cihê çalakiyê wekî duh, îro jî ziyaret kirin.

Îro Partiya Çep a Elmanya, PYD, Meclîsa Jinan a Ronahî, YXK Ciwanên Azad, tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyî, endamên Koordînasyona Hilbijartina Hannoverê yên HDP’ê û gel cihê çalakiya kon ziyaret kirin.

Di çalakiyê de belavokên der barê pêvajoyê de agahiyan didin û broşurên bi zimanê Elmanî yên HDP’ê didin nasîn hatin belavkirin. Her wiha ji bo meşa ku roja Şemiyê li Hannoverê pêk bê jî bangawazî hebûn.

...