Bîlgen îstifa kir: Ez ê nehêlim ku bi îradeya me bilîzin

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku bi operasyona qirkirina siyasî hate destgîrkirin, îstifa kir.

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di operasyonên qirkirina siyasî yên dijî HDP'ê de 25'ê Îlonê hate destgîrkirin, bi rêya hesabên xwe yên medya mecazî îstifa kir.

'EZ Ê NEHÊLIM KU BI ÎRADEYA BAJÊR BÊ LÎSTIN'

Bîlgen got, "Ez ê niha li emniyetê îfaredeyê bidim. Beriya îfadeyê dixwazim peyama xwe bi raya giştî re parve bikim."

Peyama Bîlgen wiha ye: "Min temenê ku bi demokrasiyê were leyîstin derbas kiriye. Şertên Tirkiyê jî ne xwedî wê yekê ne ku leyîstik were lîstin. Ez destûrê nadim ku bi binçavkirina kêfî bi îradeya bajarekî were leyîstin. Hûn dixwazin bigirin, hûn dixwazin berdin, heta dema binçavkirina min biqede û heke qeyûm nehatibe tayînkirin ez ê ji wezîfeya Serok Şaredariyê berdim. Qers xwedî wê liyaqatê ye ku xwe birêve bibe. Spasiya hemû hembajariyê xwe dikim ku dengên xwe dan me. Heke li Qersê bi Serok Şaredarek jin xebat were birêvebirin tenê ne siyasî wê kêşeyek civakî jî were çareserkirin. Divê tu tiştek ne wek berê be."