'Berxwedana Zendûrayê ji bo me çavkaniya hêzê ye'

Gerîlayên di Pêngava Cenga Xabûrê de li xeta Qaşûra li çeperên berxwedanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a qirker-mêtinger şer dikin, wiha gotin: Zendûra ji bo me çavkaniya berxwedanê ye.

Rastiya şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê roj bi roj bêhtir diyar dibe. Hêzên gerîla ku artêşa dagirker li van hereman têk biriye, bi biryardarî  li ber xwe didin. Gerîlayên Pêngava Cenga Xabûrê ku li xeta Qaşûra ya Metîna di çeperan de ne ji ANF’ê re axivîn.

Gerîla Alîşêr di serî de bal kişand ser rewşa têkçûyî ya artêşa Tirk û çalakbûna hêzên gerîla û wiha got: "Her roj çalakiyên me li dijî tevgera dagirkeriyê çêdibe. Dijmin li cihê ku bi cih bûye jî nikare bi rehetî bimîne. Her çend rojan carekê leşkerên xwe diguherîne. Dewleta dagirker heya niha encama ku hêvî dikir bi dest ne xistiye û her diçe têk diçe. Hewl dide bi rêya şer temenê xwe dirêj bike."

'BERXWEDANA ZENDÛRA ÇAVKANÎ YE'

Gerîla Alîşêr diyar kir ku berxwedana li herêma Zendûrayê bûye qubleta gerîla û ruhê serdemê diyar dike. Alîşêr got: "Di Cenga Xabûrê de berxwedana girê Zendûrayê ji bo gerîlayên li Metînayê bûye çavkaniya hêzê. Di vî şerî de afirîneriya gerîla derdikeve pêş û gerîla bi vî rengî şer dike. Her çiqas êrişên hewayî û teknîkê dixebitînin jî rêbazên me yê modern û gerîlayî, teknîka wan li hewayê bê encam hiştiye.

'DEMA ÇALAKIYÊ LEŞKER LI RÊYA REVÊ DIGERIN'

Artêşa dagirker hewl dide leşkerên xwe di vî şerî de qane bike, lê nikare wê rehetiyê bide avakirin. Dema em lê didin leşker li revê digere. Dijmin li ber berxwedana ketiye nava şokê. Gerîla di şertên bê av, bê xwarin û bê derfetan de çi astengî ji bo xwe nabîne. Ev ji bîr û baweriya gerîla, bi hêza xwe tê."

Di şerê gerîla de jin xwedî roleke mezin e. Dewleta Tirk a dagirker ji vê ditrise û hesaban dike. Ji ber wê êrişên herî giran li dijî jinê dike.

'BIRYARDARIYA ME YA ŞER MEZIN E'

Gerîla Arîn jî ku li xeta Qaşûra ya Metînayê di çeperên berxwedanê de ye, ev nirxandin kir; "Biryardariya me ya di vî şerî de mezin e. Artêşa Tirk a dagirker bê bersiv namîne û wê encam jî negre. Mirov çiqas qala berxwedanê bike nikare tam îfade bike, watedayîna berxwedanê herî zêde ji aliyê berxwedêran ve tê kirin.

'BI RÊ Û RÊBAZÊN NÛJEN Û BEJAHÎ TEVDIGERIN'

Em rê û rêbazên xwe yên nû de li ser gelek mijaran radiwestin. Niha em şerê tîman dimeşînin û bi vî rêbazî li bejahiyê belav dibin. A din di mijarê veşartinê de hesasiyetek heye û em zêdetir li ser vê dixebitin. Di mijara veşartîbûnê û naskirina bejahiyê de bi hemû detayên xwe gerîla serwer bûye. Em ê çawa qadê li gorî pêwîstiya bikar bînin, em li ser disekinin."

'EM Ê DIJMIN LI XETA QEŞÛRAYÊ BI ERDÊ RE BIKIN YEK'

Gerîla Arîn diyar kir ku Zendûra warê Egîdan û Zîlanan e, bi wê hestê û baweriyê gerîla şer dike û wiha domand: "Berxwedana ku li Zendûra di kesayeta 6 Egîdan de pêk hat, bi me re lêhurbûnekî çêkir. Bi rastî mirov difikire ku şûna wan hevalan ba wê çawa nêz biba. Ango ev berxwedan ji bo me bû weke xetek ku em li ser dimeşin. Dema Zendûra tê gotin, fermandar Hêjar û hevrêyên wî tê bîra mirov. Fermandar Rêber tê bîra mirov. Ji bo em xwedî li wan derkevin bêguman em ê li ser şopa wan şer bikin. Ji bo min weke kesayet Zendûra gelek tişt da guhertin

Hêza jinê di vê cengê de diyarker e. Dema mirov di nav de dijî, hêza jinê ya bi kok nas dike. Ji bo min bi xwe jî zêdetir di nav şer de hêza xwe nas kir. Di vê çarçovê de îdîayên me mezin e. Em ê dijmin li xeta Qaşûrayê bi erdê re yek bikin."